tên û tên ewê di demek nêz de bên
bihatina wan re wê çavên xwe bifirkîne stêrkên serê sibê.
şad û şanaz be tîrêjîn rojê
tên û tên
wê di demek nêzde bên
wê paskên xwe vekin li derdora Amed hewlêr mahabat û Qamişloyê
bi stran u govenda evîna mem û zînê
bi helbestên Ehmedê Xanê
tên û tên di demek nêz de ewê bên
dê ewê bên û wê bên.
Bi serfirazî bi lewend û mêrxasî
Bi dilekî tije eşq û bi evînî
Da ku sed sal jî biborî
Dê ew ê bên û wê bên di sala sed û yekê de
Wê bên di demek nêz de
Xwe berdin ji çiya hilkişin ji gelî û newalan
Bi lîlandin û halan
wê keç û xort , buk û zava
kal û pîr, zarok û ciwan
wê dakevin ser kuçe û kolanan
ji dil û can ji bo şerefa wan berz bikin durişman
bi eşq û evînê dê ewê bên pêşwazî kirin
ji Hewlêr ta bi Amed
ji Qamişlo ta bi Mahabad
Dê ewê bên û bên
ger ew hatin jî
wê şeref û rumet , serxwebûn û azadî
diyar bikin bi şad û şanazî
Dê wê geş bibe rihê Ehmedê Xanî
Li çar hêlên welêt bikin mizgîn
Wê heram bibe ji bo welêt nema diherike ne rondik û ne xwîn
Dê derman bibe hemû dilen bi bîrîn
Wa şêr û şepal camêr û canik hatin
Bi xêr silamet di ser ser û çavan re hatin.
Şoreş Xursî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…