Hîşê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence – AI) Û Bandora Wê Ya Li Ser Ramanên Me

Destpêk

Di vê serdema ku teknolojiya hîşê çêkirî HÇ (AI) bi lezûbez di jiyana me de cihê xwe zevt dike, divê em li ser bandorên wê yên kûr ên li ser awayê fikir û ramandina xwe rawestin. Modelên Zimanê Mezin – MZM (Large Language Models – LLM) weke ChatGPT û Grokê ku e-mailên me dinivîsin û weke hêzeke mezin tên dîtin, di rastiyê de veguherîneke qûl a çawa ku em difikirin pêk tînin. Ev veguhertina ku weke hêsantir û karbidestîtir tê pejirandin, di rastiyê de perçeyên biçûk ên ramanên me derdixe û ev weke tiştekî bêkêmasî tê kirin.

Feylesofê fransî Jacques Ellul berî demên MZM (LLM)yan jî hişyarî dabû ku teknolojî ne bêalî ye. Li gorî wî, teknolojî xwedî hevokeke berdewam a ji bo karbidestiyê ye ku jê re “teknîk” tê gotin. Dema ku teknikek tê pêydakirin, ew bi serê xwe pêşve diçe û şemalê jiyana me, ramîna me û nirxên me dide veguherandin. Ev teknolojî ne tenê komek amûr e, lê jîngeheke xwe-xurtkirinê ye ku weke hawayekî nû ya jiyana mirov e.

Yapay Zeka Nedir? E-Ticarette Yapay Zeka Kullanımı

Vaca (Mantiq) Veşartî ya Hîşê Çêkirî

Ellul wisa bawer dikir ku teknolojî li pêy rêbazeke diçe: Heke tiştek were kirin, dê were kirin. Dema ku kapasîteyek derdikeve, ew xwe bi lezûbez dike û ev ji etîk û neyta serbixwe ye. Ev mantiq li ser hîşê çêkirî jî tê sepandin. GPT3 navbeynek bû, lê GPT4 ketiye polan, ofîsan, seansên terapiyê û heta dîrokên takekesane. Zû ne dereng dê ne tenê “sepan”eke ku em vedikin be, lê siberojeka jiyanê be ku bêpirs û nebînbar e.

Rêvebirê (CEO) OpenAIyê Sam Altman û şemaldarê (designer) navdar ê Appleê Jony Ive li ser wê “gavê paşîn” dixebitin ku dê hîşê çêkirî weke teknolojiya siberojê ya ku Ellul pê “teknîk” digot damezrîne. Ev “teknîk” bi têkûzî pêşve diçe û di xebat û lebatê de ye. MZMyan (LLM) ji bo yekgirtî, girîngî û karbidestiyê hatine çêkirin. Lê vac û mantiqê wan ê statîstîkî bi bêdengî diyar dike ka em çi dibînin, çawa pirsên xwe eyar dikin û heta em ji çi bawer dikin ku “normal” û siruştî ye.

SolarWinds BT Trendleri Raporu 2024: Yapay Zekayı Kucaklamak – Nimet mi, Risk mi? - Unite.AI

Bandorên Li Ser Ramîna Takekesî

Ellul hişyar dikir ku “teknîk” ne tenê takekesan vediguhere, ew çandên têkûz jî ji nû ve ava dike. Modelên zimanê mezin (MZM) delîlek zelal ên wê ne. Çar kêşeyên sereke xuya dikin:

Yekem, em dest bi winda kirina şerê ligel alozî û tevliheviyê dikin. Li şûna ku ligel arîşe û tevliheviya kêşeyan, ramanan an pirsan, em bi kurteya bilez a hîşê çêkirî (HÇ) ava dikin.

Duyem, em dengê xwe winda dikin. Dema ku hîşê çêkirî raporên me, e-mailên me an pêşkêşiyên me dinivîse, em êdî heman piştrast in di derkirina ramanan de bêyî alîkariya wê hest bikin. Masûlkên nivîsandinê û ramînê lawaz dibin.

Sêyem, em bi piranî bersivên “ewle” dibihîzin. Hîşê çêkirî li ser koma daneyên (dataset) mezin lê bi alîgir û pêşdarazî (bias) hatiye perwerdekirin. Bersivên wê pirî caran dîtinên sereke xurt dikin û hertişt kêm bi kêm gelek rindik û gelek rêkxistî dide hest kirin.

Çarem, em wisa hest dikin ku em tiştekî dizanin bêyî ku bi rastiyê bizanin. Fluency ya hîşê çêkirî dikare weke fêmkirinekê hest bibe û hesta fêm û têgihiştinê bide bêyî xebata hêdî ya fêrbûna rastîn. Ev mezintirîn xap û hîleya teknolojiyê ye ku kontrola xwe gelek xwezayî dide hest kirin.

Bilmeniz Gereken Her Şey: Yapay Zeka (AI) PC Nedir? | Technopat Sosyal

Xetera Çandî

Li derveyî mejiyên takekesî, xetera çandî jî heye. “Teknîk” zimanê xwe standardîze dike û di rê de şêweyên cûrbecûr ên derbirînê di şêwazekî yekgirtî de optîmîze dike. Dema ku MZMyan e-mailên me, nûçeyên me û heta helbestên me dinivîsin, ew ji mirêkkirina çanda me zêdetir dikin. Ew bi bêdengî di “zimanê makîneyê” yê statîstîkî de ji nû ve pênase dikin. Ev “rih û giyana nû yê di makîneyê de” ye ku em divê xwe jê bistirînin.

Yapay Zeka Nedir? Örnekleri ve Temel İşlevleri - Eğiteknoloji

Encam

Ellul wisa bawer nedikir ku em karibin momentum a teknolojîk rawestînin. “Pêla teknîkê” nayê rawestandin, lê dikare bi kirinên biçûk ên hişyariyê li hemberî wê berxwedan bê kirin. Ligel hîşê çêkirî, ev berxwedan bêyî neytê dest pê dike. Tê wateya bikaranîna wê ji bo spark kirina ramîna kûrtir li şûna ku destûr bide hewlên ramînê bi têkûzî biguherîne. Tê wateya pirs û girêkirina bersivên wê, crosscheck kirin û hişyar man, bi taybetî dema ku (output) polîşkî û têkûz dide hîs kirin. Û tê wateya xweşkirina şerê hêdî, carcaran acizker li cihî ku refleksyona rastîn gihêje. Ev mistdana “friction” venasînî (kognitîf) ye ku em diyar dike.

Xetera rastîn ne ew e ku hîşê çêkirî dê fikr û ramîna mirov bi têkûzî vebiguhezîne. Xetera rastîn ew e ku ew dê bi bêdengî ji nû ve pênase bike ka ramîn çi ye, ta ku em êdî nizanin cûdahî çi ye.

Brahîmê Alûcî

Çavkanî

  1. https://www.thenewatlantis.com/publications/how-tech-despair-can-set-you-free
  2. https://www.thenewatlantis.com/publications/confronting-the-technological-society

FERHENGA HIŞÊ ÇÊKIRÎ –

(ARTIFICIAL INTELLIGENCE DICTIONARY) (AI)

https://drive.google.com/file/d/1PLu7bwmU3yWQIiRVALR5metsfcTgG72a/view

 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Êdî Hînbûn Wek Berê Ne Zehmet e

Berê mezinên me digotin “Ma em wek we bûn? Ji bo ku em tiştekî hîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *