Berhemên Mestûre Mahşeref Xanim

Mestûre Xanim, hem zana, hem jî edebiyatvan bû û di her du waran de berhem dane.

Tê gotin ku dîwana wê kêmzêde ji 20.000 beytan pêk dihat. Lê piştî wê, ji ber milmi- laneyên siyasî gelek helbestên wê winda bûne. Şêx Yehya Me’rîfet di sala 1304/1887an de helbestên wê yên Farisî kom kirine û wekî dîwanekê li Tehranê çap kirine. Ev dîwan piştre di sala 1906an de li Senendecê jî çap bûye. Di dîwanê de ku kêmzêde ji 2000 bey- tan pêk tê, 178 xezel, 29 rubaî, 5 tarîx, 2 mersiye, terkîb bendek hene.

Berhemeke wê ya dî jî “Tarîxî Erdelan” e. Herçiqas ev berhem jî bi Farisî be, lê di warê tarîxa Erdelanê xezineyeke bêhemta ye. Berhem di sala 1920an de ji aliyê Nasirê Azadpûr ve li Sineyê, piştre jî li Tehranê hatiye çapkirin. Ji bilî “Dîwan” û “Tarîxî Erdelan”ê dîsa bi Farisî derheqê eqaida Îslamê de û bi Erebî jî derheqê helbestên bijarte de bi navê “Mecma’u’l-Udeba” du berhemên wê yên dî jî heye. Lê ev berhem heta niha nehatine çapkirin.

(Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk)

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *