KALÊ BILÛRVAN

De kanî lêxe

Kalê bilûrvan

Ji axîna sedsalan

Bi dilê ciwanî

Bi temenê pîrbûyî

Tilyên maşikî

Lêvên lerizandî

Û ji gûrahîya dilê derizandî

 

Bila axîn û kovaniya  ji kûrahiya dilê te

Der bike avzênkên çavên me

Rabûrdûyên xwe yên nazik û letîf

Di bala xwe da bîne

Û  rabirdûyên wendayî

Bê xwedî

Ser bi xwelî

Mîna bûkên reşgirêdayî

Bîne bar çavên me

Reng û rûyê gul û gihayan

Xûşe xûşa ava çem û kanîya

Dikerîneka gûhên me de,

Bike xuşe xuş

Bêhna gûl û çîçeka

Me  serxweş ke

Bila laş û bedenên me

Di nava qirêja bajara de be

Û bi rih u giyana xwe

Em dinava çîya û zozana de biçin

De lê bide kalê bilûrvan

Lê bide.

Ta ku darê bilûra te ji hev bi perçive

 

NÎŞE: Nazîreyek ji bo helbesta Bilûra Min a mamoste  Mir Celadet Bedîxan

ŞOREŞÊ XURSÎ

Etîket: bilûrvan, Helbest, Polylang KMR, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Fîlmên Yilmaz Guney

Zorabê Hêtîm Ber bi Zorab Efendî ve

Taybetmendiyên Strukturî, Dîrokî û Estetîkî yên Muzîka Kurdî

Gelo tu optîmîst î?

Xelîfe Yusuf di “Manzum Takrîz”ê de Dibêje: “Ilim tenê bi Erebî nîne”

ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle