Zanyarên Amerîkî maddeyeke nû keşf kirin ku dema tê germkirin piçûk dibe û di bin zextê de fireh dibe.
Zanyarên ji Fakulteya Endezyariya Molekuler a Zanîngeha Chicago û Zanîngeha California ya San Diego maddeyeke nû ya metastabil pêşxistine ku tevgerên wê li dijî qanûnên bingehîn ên termodînamîkê ne. Ev maddeya nû dema tê germkirin di qebareyê de piçûk dibe û dema di bin zexta bilind de be fireh dibe.
Prof. Dr. Shirley Meng, ji Fakulteya Endezyariya Molekuler a Zanîngeha Chicago, diyar kir: “Dema ku hûn madeyan germ dikin, tê çaverêkirin ku ew fireh bibin. Lê di vê xebatê de me berevajiyê vê dît; me avahiyeke ku bi germkirinê piçûk dibe pêşxist.” Wê herwiha got ku taybetmendiyên vê madeyê bi kîmyaya redoksê dikarin bêne sererastkirin û ev yek dikare di teknolojiyên enerjiyê de deriyekî nû veke.
Dr. Minghao Zhang, endamê tîma lêkolînê, ragihand ku ev sınıf madeyên nû dikarin bêne sazkirin û Wî got: “Guherînên qebareyê yên madeyên cihêreng ên di avahiyan de ji ber germê dikarin bibin sedema pirsgirêkên cidî. Lê bi van madeyan, ev pirsgirêk dikarin bên çareserkirin.”
Lêkolîner plan dikin ku bi lêkolînên berfirehtir li ser tevgerên kîmyewî yên vê madeyê, wê di qadên curbicur de, ji pergalên depokirina enerjiyê heta teknolojiya fezayê, bi kar bînin.
Çandname
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…