OpenAI, ji ChatGPTê wêne-çêkirina (görsel üretim) taybetmendiyên xwe navendê digire, platformeke nû ya medya civakî bi “herikîna civakî” (sosyal akış) pêşdixe. Li gorî nûçeya The Verge ku ji çend çavkaniyan hatiye wergirtin, ev proje hê di qonaxên destpêkê de ye, lê CEOyê OpenAI Sam Altman ji derve li ser projeyê nêrîn û şîretan digire.
Platformeke Serbixwe an Entegreyî ChatGPTê?
Hê ne diyar e ka ev platforma nû ya medya civakî dê di nava sepanê ChatGPTê de bê entegrekirin an jî weke sepaneke serbixwe bête pêşkêşkirin. Lê belê, ChatGPT meha borî bû sepanê herî zêde li cîhanê tê daxistin, ev yek jixwe eleqeya li ser vê platforma nû zêde kiriye.
Reqabeta bi Musk re Dê Zêdetir Bibe
Tê texmînkirin ku ev gav dê reqabeta di navbera Sam Altman û xwediyê Xê Elon Musk de dê hîn zêdetir alozî derkeve. Weke tê zanîn, di Sibata borî de Musk ji bo kirîna OpenAIyê 97.4 milyar dolar pêşniyar kiribû. Altman vê pêşniyarê bi gotina “Na spas, lê heke hûn bixwazin em dikarin Twitterê bi 9.74 milyar dolarî bikirin” red kiribû.
Reqabeta bi Meta re jî Dê Kûr Bibe
Gava OpenAI di bazara medya civakî de bikeve, dê bi Meta re jî reqabeta wê kûrtir bibe. Tê gotin ku Meta jî ji bo alîkarê xwe yê hişê çêkirî (yapay zeka) sepaneke serbixwe ya bi herikîna civakî amade dike. Ger platforma medya civakî ya OpenAI bi ser bikeve, şirket dê rasterast bigihîje daneyên demkî (gerçek zamanlı veri) ku X û Meta jixwe xwediyê wan daneyan e. Ev yek dê ji bo perwerdekirina modelên hişê çêkirî avantajeke mezin peyda bike.
Çavkanî:
The Verge, “OpenAI is building a social network,” 15.04.2025.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…