Dema ku rengê porê te li te tê, qutkirina por, makyaj û cilên te jî xweşiktir xuya dikin. Ji bo dîtina rengê herî guncaw, divê tu li rengê çermê xwe binêrî. Li vir bersiva pirsê: “Kîjan rengê por ji kîjan çermî re tê?” hene:
Qaydeya bingehîn a rengê por: Rengê xwezayî yê porê xwe bigire û tenê du tonê vê ronî an tarî bike. Ev qayde rê dide ku reng bi çermê te re li hev bê, kokên porê te zêde neyên dîtin û porê te kûr û tijî xuya bike. Paşê, bi ton û sîberan, bi cîhkirina rengan û bi zindetiya rengan re, tu dikarî xuyangê xwestî bidest bixî.
Bi rengê çermê xwe re li hev bike
Rengên çerm bi gelemperî sê kategorî ne: germ, sar û bêalî.
-
Çermê germ: Rengên wekî zêr an qehweyê karamelî bi çermê germ re xweş diçin.
-
Çermê sar: Rengên wekî platîn an qehweyê xwelîkirî bi çermê sar re li hev tên.
-
Çermê bêalî: Ev çerm bi rengên germ û sar re jî li hev tê.
Binrengê çermê xwe nas bike
Binrengê çermê te dibe pembe, zer an jî zeytûnî. Ji bo fêhmkirina binrengê xwe, li damarên destê xwe binêre:
-
Ger damarên te zêdetir şîn an mor bin, çermê te sar e.
-
Ger damarên te bişêweyê kesk bin, çermê te germ e.
Ji wêneyan îlhamê bigire
Ji bo îlhamê, wêneyê xwe yê zarokatiyê binêre. Ev rêbazek garantî ye ji bo dîtina rengekî ku bi te re xweş be. An jî kesekî ku rengê çermê wî/wê dişibe yê te bibîne û wêneyên wî/wê binêre, paşê yek vebijarkê hilbijêre.
Dema ku tu diçî kuaforê…
Pisporek rengê por dikare rengekî ku li gor jiyana te û lênêrîna te guncav e bibîne. Mînak, ger porê te reş be û tu bixwazî zerê vekirî bikî, dibe ku çend randevû hewce bin. Çiqas porê te tarîtir be, ewqas zêdetir divê rengê wê were vekirin.
Berî boyaxkirinê, porê xwe amade bike. Bi porê qirêjî neçe kuaforê. Yek an du roj berê, maskeyek şilker an rûn li dawiya porê xwe bike, saetekê bihêle, paşê bi şampuanê bişo.
Dema ku tu li malê porê xwe boyax dikî…
Renekî ji ya ku tu dixwazî yek ton vekirîtir hilbijêre. Porê li derdora rûyê te bi gelemperî ronîtir derdikeve. Ji bo kokên porê xwe, rengekî vekirîtir bikire û tenê ji bo derdora rûyê xwe bi kar bîne. Boyaxkirina kokan li malê hêsan e û ji randevûyên kuaforê erzantir e. Dema kokan boyax dikî, tenê porê nû yê derketî boyax bike.
Porê xwe biparêze û lê xwedî derkeve
Ger tu baş li porê xwe binêrî, rengê wê zû zelal nabe û ne hewce ye pir caran boyax bikî. Şampuaneke parastina rengê por bikar bîne, her hefte lênêrîna şilkirinê bike û porê xwe zêde şil bike da ku bibiriqe, zindî û tendurist xuya bike.
Çandname
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…