Edebiyat: Ji Kitêba Hêlîyên Heqîqetê

Padişahê zalim; hingî ku bikeve welatekî, ji bo ku tê da kurk bikeve û hêkên xwe nikul bike û çûçikan derxe û alîkarên xwe pirr bike û mel’enetê çêbike, pêşiyê gelê welat ji mela û mezinên welat ra dixe neyar; wana berdide hev.

Piştî ku zana û mezin neman û bê havil (bê tesir) bûn, berê xwe dide xelkê belengaz, şan û şerefa wan bernig (paymal) dike, mal û madeya wan distîne, bi rehetî wan dikuje û xûna wan dimêje.

Xwedayê mezin dibêje: “Bêşik padişah, kêliya ku bikevin şêniyekî (gundeki bajare- ki), wî xera dikin. Ezîzên wî digerînin zelîl.”

Pirr dîqet bikin! Lewra serek, serî ye, çawa serî ji bedenê were qetandin beden mirî ye, serek ji gel were cudakirin gel jî mirî ye, bê kêr û bê xêr e.

Serî, divê ku xweş û aza be, dema ku pûç û nexweş be, ji bedenê ra êş û elem e, derd û xem e.

Serek, divê ku xwedanê xûyên rind û amancên bilind, xwedanê dilbêşiyê û dîn be, yan na ji gel ra barê dil e, ji dil ra derd û kul e.

Çavkanî: Salnameya Nûbiharê

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *