Piştî hejmara yekem ya kovara “Avestica-Kurdica 1” îcarê di 1ê adara 2025an da hejmara yekem ya kovara “Medica-Kurdica 1” hat derxistin.
Ev kovar jî besşeke projeya ji çar kovarên akademîk e. Di îlona 2024an da me cara yekem bi kovara “Avestica-Kurdica 1” dest bi wes̰anê kirî bû:
(1) Avestica-Kurdica (dê bi giranî li ser ziman, çand, dîn û wêjeya Avestî û Kurdî bisekine)
(2) Arica-Kurdica (dê bi giranî li ser ziman, çand, dîn û wêjeya Arî û Kurdî bisekine)
(3) Medica-Kurdica (dê bi giranî li ser ziman, çand, dîn û wêjeya Medî û Kurdî bisekine)
(4) Wêjebêj & Bêjebêj (dê bi giranî li ser bingehên wêje û dengbêjiya dîrokî ya Arî û Kurdî bisekine)
Kovar ji bo hemî akademîkerên ku lêkolînên zanyariyî dikin û dixwazin di kovareke akademîk da bidine belav kirin û bibin rêwiyekî/e vê rêwîtiyê, vekirî yee. Gotar ango lêkolînên ku xwedî krîterên gotî yên akademîk, zanyariyî û zimanî nee dê di nav kovaran da werin b’ cî kirin. Gotar û lêkolînên ku method û krîterên akademîk danagirin û di warê zimanî û zanyariyî da ne kamilin û kêmasiyên ne rewa di nav xwa da digirin, dê di kovaran da neyên bi cî kirin.
Rêvaberiya gis̰tî ya her c̰ar kovaran WEŞANÊN NA ango Berfo Barî dike. Têrêseriya ango edîtoriya kovaran îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog Beyhanî S̰ahîn dike.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…