Ji Weşana Peywendê: GULISTAN

Weşana Peywendê kitêbekî nû bi navê Gulistan derxist. Gulistan kitêba Se’dîyê Şîrazî ye, bi nav û deng e.

Latînîzekirin û amadekar: Hidayet CAYNAK

Rûpel: 216

Ziman: Kurmancî

Kategori: Wêje û Ziman
Weşanxane: Peywend

 

Beşek ji Gulistanê:

Di çolek fireh a weha da misafirek reya xwe şaş kiribû û winda bûbů. Taqet û zad û zexîra wî ji nemabû, tev qediyabûn. Çend dirhem di kemera pişta xwe da hiştibû û pê ra mabûn. Gelek gerîya lêbelê rêya xwe dernexist neçû cihekî bi vê rewşa bêkes û zehmet çû helakê û mir. Hinek însan rast hatin, dîtin ku temamē perê xwe daniye pêş çavê xwe û li ser xweliyê wiha nivîsandîye:

Eger meriv xwedî gelek zêrên caferî be ji kesê bê zad û zewad e, ew nikare gava xwe biavēje di çolan da. Ji feqîrê perîşan ra şelxema pehtiyê çêtir e ji kulincě ziv ku pê re be.

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *