Fedekarî tim ji zimanê me tê xwestin

ZIMANÊ KURDÎ, KURDAN BIXWE ŞÛNDA DA.
Em hinekî qusur û kêmaniyên xwe ji bo ZIMANÊ KURDÎ bînin ziman:

⛔Di nav me da mamosteyê Tirk heye, dibê em bi zimanê tirkî şorê bikin/biaxivin❌

⛔ Ez bi tirkî bibêjin ji bo ku hûn fêm bikin❌

⛔Ez bi tirkî bibêjim hinek bi kurdî tam nizanin❌

⛔Ez bi tirkî bibêjim ji ber ku, kurdiya aqademîk nizanim❌

⛔Em bi tirkî di mala xwe da şorê bikin, bila zarokên me tirkî fêr bibin❌

⛔Zimanê kurdî pir fêm nabe, lê em ê bi tirkî bibêjin❌

⛔Zimanê kurdî li sazîyan em nikanên xeber bidin, loma em bi tirkî diaxifin/şorê dikin❌

⛔Di civakê da êdî em nikanin bi zimanê kurdî xeber bidin, loma bi tirkî xeber didim❌

⛔Kitêb/pirtûk gîş bi tirkî ne û em bi tirkî dixwînin, hewceyî zimanê kurdî nake❌

⛔Siyaseta kurdan bi tirkî ye, loma nabine mînak, ku zimanê kurdî pêşda here❌

⛔Zimanê kurdî, êdî di bin asîmîlasyonê da ye, ez şorê bikim jî ti kêrî nê❌

⛔Jin û xanimên Kurdan gîş bi zimanê tirkî şorê dikin, ji ber vê zarok jî bi kurdî nizanin❌

⛔Kurdiya min ne baş e, ez bi Tirkî xeber didim❌

Ey Kurdo❗
Bi israr zimanê kurdî biaxife/şorê bike/bipeyve/qisebike û binivîse❗

✍️ Evdilqadir Xoce

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Dersên Rastnivîsê I 8

Şaşîyên ji romaneka bi kurmancî: ŞAŞ: ÊDÎ JÎYANA WÊ LI BAJARÊ RAGAYÊ DI XETERÊ DA …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *