Çîrokên Watedar | Sedeqe

Zilamekî ku dilê wî bi fikra qenciyê tije bû, digeriya ku hezkirina Rebbê xwe bi dest bixe. Ew difikirî ku ewê çi bike ji bo ku Rebbê xwe razî bike û razîbûna wî bistîne.

Dema ku ew bi van ramanan re bû, ji nişka ve ji xwe re got:

“Divê ez îşev yekî dilşad bikim, ji bo ku hezkirina Rebbê xwe bi dest bixim divê sedeqe bidim.”

Mêrik pereyê ku dê wek sedeqeyê bide xiste bêrîka xwe û bi vê mebestê ji mala xwe derket. Demekê li mêrekî geriya, ku sedeqe bide wî. Di dawiyê de çû û ev sedeqe da yekî ku ji aliyê her kesî ve wek diz dihat naskirin. Kesê ku sedeqe stendiye, hinek doran ev meseleya sedeqeyê behs kiriye û ev xeber zû li derdorê belav bû. Lewra mirovê ku sedeqe dida, qenciyên xwe bi dizî dikir.

Serê sibê her kes bi vê rewşa xerîb re rû bi rû ma, û herkesî digot “Îşev mêrekî sedeqe da dizekî.”

Gava yê ku sedeqe dayê ev bihîst,

wî got “Ya Rebbê min, ez spasiya te dikim ku min sedeqe daye dizekî,” û zêde kir.

Lêbelê, ez dixwazim ji bo xatirê te sedeqek din bidim, Ya Xuda, alîkariya min bike.

Şevê din perê xwe xist bêrîka xwe û ji mala xwe derket. Vê carê sedeqa xwe da jineke ku bi kirinên xwe yên xerab û tevgerên xwe yên neguncayî dihat naskirin.

Vê carê xelkê bajêr:

– Bi gotina “Îşev mêrekî sedeqe da jineke xirav” rexne li vê tevgerê girtin. Gava mêrik ev yek bihîst, ji Xwedê re şikir kir.

Ev mirovê ku xwe li ser kirina qenciyê rawestandibû, cara sisiyan xwest ku sedeqê bide. Vê carê sedeqeya xwe xiste bêrîka mirovekî dewlemend.

Hin ji yên ku ev bihîstin, tiştekî pir ecêbe ku;

Îşev mêrik sedeqe da dewlemendekî. Gava mêrik ev gotin bihîstin, dîsa spasiya Rebbê xwe kir.

Ev zilamê ku dixwest qenciyê li mirovan bike û dersên baş bide wan, dîsa jî xemgîn bû û fikirî: “Gelo bi van tiştên ku min kirî min karîbû hezkirina Rebbê xwe bi dest bixim?”

Kesê ku sedeqe danê, şevekê di xewnê de jê re gotin ku qenciya te ji aliyê Xwedê ve hatiye qebûlkirin.

Hin kesên ku li wê herêmê dijiyan, pir meraq dikirin ka kî sedeqe daye diz, jineke bêexlaq û zilamekî dewlemend. Ev tiştek bû ku wan berê qet tu carî nedîtibû. Ez meraq dikim ew kesê ku ev sedeqe daye kî bû? Çima sedeqe dida van mirovan? Yê ku van kir heman kes bû, an ew mirovên cûda bûn? Ew matmayî man û êdî nikaribûn ragirin.

Komek mirov wextê xwe dan û lêkolîn kirin û dîtin ku kesê ku sedeqe daye kî ye. Ji bo ku bersîva van pirsên ku ew tevlihev dikirin, werbigirin, çûn mala mêrik û eşkere jê pirsîn.

Me bihîst ku te sedeqe daye diz, jineke bêexlaq û zengîn. Ma ji kesên wiha re sedeqe tê kirin?

Zilam ev cewab da wan û ev kesên bimeraq matmayî man: Min sedeqe da diz da ku dev ji adetên xwe yên xerab berde. Ji ber ku kirina qenc dikare dilê wî nerm bike, lema jî ew dikare fem bike ku tiştê ku wî kir xelet bû. Min sedeqe da jina bêexlaq bi hêviya ku dev ji vê kiryara xerab berde. Ji bo dewlemendan, min hêvî dikir ku belkî ew ji vê xêrxwaziyê ders bigire û dest bi sedeqeyê bike.

Mehmet Kuçuk 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *