Xutbe | Pey her zehmetî re rehetî tê

Dîrok: 13.12.2024

Gelî Musulmana!
Ew rojê ku Resûlê Xwedê bi yaranê xwe ra dest pê kiribûn xwe amade dikirin bona fetha Mekkê; A niha em di wan rojan da ne. De îcar werin di xutba xwe ya vê heftê da, di fetha Mekkê da hela çi ‘îbret û çi hîkmet hebûne em wan dîsan yad bikin. Tiştên wê rojê qewimîbûn carkî din ser da biponijin. Dersê ku fayda wan li jiyana me hene ji xwe ra jê hilçînin.

Gelî Musulmana!
Sala heyştê hîcretê bû. Cenabê Pêxember û sehabeyê kîram, him bona herin bigîhîjin war û welatê xwe yê ku bi xem û keder û bêhemdî xwe li cîh hiştibûn, him bona ku Ke’beyê ji pût û latan paqij bikin dan rê. Piştî amadebaşiya bona fethê artêşa İslamê ket Mekkê. Cenabê Pêxember (s.x.l) bi dilnizmî û bi hemd û spasiya Xweda va berê xwe da Ke’bê çû; Beytûllah tewaf kir, du rek’et nimêj kir. Dûwra hilkişiya ser derenca Ke’bê û ewha bang kir: “Ew Xwedayê ku we’da xwe pêkanî, bû alîkarê bendeyê xwe û bi tenha serê xwe komên dijminan têkşikandin; hemû hemd û spasî her ji wî ra ye.” Wê esnayê da xelkê Mekkê li dora Ke’bê kombibûn, di nav tirs û fikaran da lê dipan hela Qasidê Xwedê bona wan dê çi biryarî bide. Qasidê rehmetê (s.x.l) bi dilbêşî ser komê da vegeriya, ewha deng li wan kir: “Ez jî fenanî Ûsiv Pêxember ji we ra dibêjim:لَا تَثْر۪يبَ عَلَيْكُمُ الْيَوْمَۜ يَغْفِرُ اللّٰهُ لَكُمْۘ وَهُوَ اَرْحَمُ الرَّاحِم۪ينَ ‘Îro lomê li we tune. Xwedê we bibexşîne. Ew, rehmdartirê rehmdaran e.’ Herin hûn serbest in.”

Gelî Musulmana!
Fetha Mekkê; bi me dide hînkirin biweku pey her zehmetkî ra hêsanîkî, piştî her tengasîkî ra firehîkî, li dûw her xemgînikî ra kêfxweşîkî tê. Çawa ku Xwedayê jorîn di Sûreyê İnşîrah da difermê:
اِنَّ مَعَ الْعُسْرِ يُسْراًۜ . فَاِنَّ مَعَ الْعُسْرِ يُسْراً
Bi her zehmetkî ra vêsayikî heye. Bêguman bi her zehmetkî ra vêsayikî heye.” Fetha Mekkê dide zanînê biweku heqq zora batilê, ‘edalet zora zulmê, rindî zora nerindiyê her dê bibe. Bi me dide zanînê biweku beriya fetha xakê fetha dilan çiqa girîng e, çiqa lazim e. Bi me dide hînkirin ku gava ji destê me çû hîviya xwe ji Xwedê nebirrin; gava bi dest xist ‘edaletê, merhemetê, heqpariziyê ji xwe ra bikin prensîp.

Gelî Musulmana!
Dîrok bi me dide zanînê ku zulim payidar nebûye û dê nebe jî. Seranserê dîrokê da ti carî zalim negîhîştine hîviyê xwe. We’da Xwedayê Jorîn ku dibêje: وَاللّٰهُ مُتِمُّ نُورِه۪ وَلَوْ كَرِهَ الْكَافِرُونَ “Xweda nûra xwe her dê bibe serî gawur nexwazin jî.” her ewê pêk were. Kesê xwastiye bi zulmê abad be dawiya wî her tim berbad bûye. Kesê alîkariya zulmê kiriye, jê ra per û baskê xwe vegirtiye ew jî wek wan zaliman ji ber xişma Xwedê nafilitin. Feryad û fîxana mezlûman ti carî li erdê nemaye. Agahdariya ku Cenabê Pêxember li ser vê mijarê daye eşkera ye:اِتَّقِ دَعْوَةَ الْمَظْلُومِ، فَإِنَّهُ لَيْسَ بَيْنَهُ وَبَيْنَ للّٰهِ حِجَابٌ“Kesê zulim lê bûyî ji nifira wî bitirse! Lewra navbera wî û Xweda da perde tune.”

Gelî Muslumana!
Mezlûm li kudera dunê dibe bera bibe li dînê wî, li nîjada wî, li rengê wî mêze nekin timî li hêla wî bin. Fenanî dema fetha Mekkê da di rêberiya Qur’an û sûnnetê da li hev kîp bin. Rî’ayeta heqê biratiyê bikin, bi wî exlaqî tevbigerin, ji bona pêşeroşa xwe hîvîdar bin. Li hemberî fesadan û fitnebazan hişyar bin.

Gelî Musulmana!
Hemd û sena ji wî Xwedayî ra ku çawa ji bav-kalê me ra kir nesîb seranserê coxrafya İslamê da per û baskê xwe bi ser mezlûm û bindestan da vegirin ji me neviyê wan ra jî kir nesîb ku em jî di wê rê da herin û bibin mezherê dû’ayê mezlûman. Ew biraderê ku li hemberî zaliman bona heq û heqîqetê berxwe didin, bona rindî li rûyê zemîn bibe desthilat xîret dikin, bona hemû beşeriyet bi rûmeta xwe va, bi azadî û emnahiyê va bijîn dikoşînin; daxwaz û niyaza me ji Xwedayê jorîn ew e wan mûweffeq bike.
Xutba xwe bi me’na sûreyê Nesr va diqedînim: “Gava hewara Xwedê hat û feth (bû nesîb); te dît xelk col bi col hatin ser dînê Xwedê, bi pesnê Xwedayê xwe va wî pak bidêre û jê daxwaziya bexişandinê bike. Ew toban zaf qebûl dike”


1.İbnû Mace, Diyat, 5.
2.Yûsûf, 12/92; Wâaqidî, Meğâzî, II, 835; 3.Beyheqî, es-Sûnenû’l-Kûbrâ, IX, 195.
4.İnşirâh, 94/5,6.
5.Seff, 61/8.
6 Bûxarî, Zekat, 63.
7.Nesr, 110/1-3.

Mela Ebduselamê ŞADÎ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *