Neçim rêya min dûr e, biçim hê dûrtir…
Li edebîya cîhanê cara ewil e çar nivîsvan (kramen katibîn) hem vegoterîya romanekê dikin û hem jî xwedî kesayî ne, leheng in. Ji vê hêlê ve romaneke yekane ye.
Bi zimanekî pak, paqij, zelal, fambar, bi felsefe, bi psîkolojî, bi kesayî; ji tarîx û mîtolojîyê heya veganîzmê, bi vegoterîyeke lîrik û mînor a bi estetîzma sînamatolojîya bi musîqalîte ya bi efsûna realîst hatîye helbestkirin.
Çello, dialekteke dualîst dixe nav peyvên bûyîn hevok li ser rûpelan, wan bi per û pel dike û diperperîne; nola mirov rahêje mûmeke pêketî û li tarîyeke gelekî tarî bigere.
Ev roman xwendeyan ehmeq nahesibîne, derîyê afirinerîyê ji wan re vekirî dihêle. Li hevoka dawî ji xwendeyan re dibêje: “Gelek tişt hebûn ên nikaribim nenivîsim lêbelê tişteke karibim binivîsim jî nemabû.” û qelema xwe dide destê xwendeyan.
-Roman behsa çi dike?
– Ezbenî, pelikên çavên xwe bimiçîne û çend deqeyan li pişt sorayîya pelikên çavên xwe binêre. Tu yê bersiva pirsa “Ev roman behsa çi dike?” li wê derê bibînî.
Nav: Çello (Sonata Mirinê)
Roman
178 Rûpel
Îlon 2024
Weşanên NA
www.nayayinlari.com
Berhemên Nûdem Hezex
Belalûk / Roman /2014 / Weşenên Do
Lîlistan / Helbest / 2016 / Weşenên Sinirsiz
Mahser / Helbest / 2017/ Weşenên Sinirsiz
Bîr / Roman / 2018/ Weşenên Dara
Xizêmok / Helbesteçîrok / 2019 / Weşenên Sîtav
Spîroj / Roman / 2021/ Weşenên Payiz
Çello / Roman / 2024 / Weşenên Na
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…