Çima por diweşe û çareserî

Por weşîn gelek sedemên xwe hene. Ev yek bi piranî ji malbatê tê, yanî genên mirov rola herî mezin dilîze. Bi taybetî li ba mêran, hormonên testosterone bandoreke mezin li ser vê yekê dike. Lê ev ne tenê sedemeke genetîkî ye.

Stress û xemgîniya rojane, nexweşiyên wek tiroîd, kêmbûna vîtamînan di laşê mirov de, û bikaranîna hin dermanan jî dikare bibe sedema por weşînê. Her wiha xwarina nebaş û kêmbûna xewê jî bandorê li ser porê mirov dike.

Ji bo parastina por û kêmkirina por weşînê, mirov dikare balê bide xwarina xwe, vîtamînên pêwîst bigire û stress kêm bike. Her wiha serdana bijîşkê cild û por dikare alîkar be. Hin derman û şampûyên taybet jî hene ku dikarin vê rewşê baştir bikin.

Ji bo por neweşe divê em çi bikin

Ji bo por neweşe divê mirov baş hay ji xwe hebe. Berî her tiştî xwarina têr û bi vîtamîn gelek girîng e. Divê mirov pir sebze û fêkî bixwe, proteîn têr bigire û ava têr vexwe.

Por divê neyê şuştin bi ava pir germ, û dema por şil be divê bi hêdî bê şehkirin. Bikaranîna şampûanê xwezayî û nerm dê baştir be ji bo porê we.

Divê mirov hay ji stresê jî hebe, çimkî stress bandoreke mezin li ser por weşînê dike. Razana têr û werzîş jî dikare alîkar be.

Her wiha divê mirov pir zêde şeh neke porê xwe, û bi taybetî dema por şil be neyê şehkirin. Bikaranîna serşokên nerm û xawlûya taybet a por jî girîng e.

Heke por weşîn berdewam bike, çûyîna cem bijîşkekî pispor dê baş be. Ew dikare sedemê baştir bibîne û dermanê guncaw pêşniyar bike.

Gelo em por biçînin baş e ?

Por çandin dikare bibe çareserî, lê beriya mirov biryara por çandinê bide divê baş bifikire. Çimkî ev hem operasyoneke biha ye, hem jî proseseke dirêj e.

Baş û nebaşên por çandinê ev in:

Başbûnê xwe:
– Encamên wê xwezayî xuya dike
– Ji bo piraniya kesan encamên baş dide
– Çareseriyeke mayînde ye

Nebaşbûna xwe:
– Biha ye, mesrefa wê zêde ye
– Prosesa başbûnê dirêj e
– Her tim encam ne %100 e
– Dikare êş û nerehetiyê çêke di destpêkê de
– Hewce ye ku mirov bi baldarî li gorî şîretên bijîşk tevbigere

Beriya mirov biryara por çandinê bide, divê pêşî bi bijîşkekî pispor re bişêwire. Ew ê binirxîne ka por çandin ji bo we guncaw e yan na. Her wiha divê mirov li navendeke baş û bijîşkekî pêbawer bigere.

Çandname

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ji bo Pantolonê Kot Kevin Nebin Divê Em Çawa Bişon?

Germahiya şuştinê: Herî baş ava sar an 30°C ye (20-30°C). 40°C car caran tê qebûlkirin …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *