şûnde bîne demê bi şewqa bedewîya xwe
bilerizîne xemê li wê seknû ro derçûna xwe
pîvanên te bi xulekan min dike avjenîya xwe
destûr heye gelo vexwim avê ji kanîya bedewîya te
ezê çi bikim ji wê bê mecalîyê,gelo dikarî mecal bidî
tenê bi awirekî çav belekîya reqsa ritmê muzîkî a dilî
ji berê xwe bide min; ramûsanek germahîya mi a tî
şara bedewîya xwe bike lihêfa ser laşê minê kimitî
Der diçim jiber kanîya lêvên te ên lûlezarîn ê
bi xilmaşbûna reqsa li sivdera şêmîka ber bedewîya te
li şûna pêxasîya lingê te digerim,l ewra bêhna te heye
mijdanga şopa te de,l i gera xemlû xêzên xetên te de me
Bibîne rojekî eynika bedewîyê, bo ku silavên min têde bibînî
ez hertim li eynika bedewîya te de, kenên evînî dixemilînim
çima bêjî ? ku tenê şagirtekim li wê dibistana fêrbûna te
didrûm kêlên ji êşê,werdidim li resma te, xweşbînîya xwe
zanistî ne pêwîste ku ez wekî hejmarên matematîkê bizanîbim
tenê ew awartebûne min dixe nav lêgerîna zanebûna eşqa te tim
ne pênûs ne jî defterekî digrim destê xwe, ruhê te dipeyîve li min
hertim di hişbarîya min de,barekî pirtûkî ku bi xwendinê naqedînim
Bawer Berbang
Dîrok: 19.07.2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…