Bayên Sereke û Cûreyên Bayê

Çar bayên sereke hene: Bayê xerbî, Bayê kur, Bayê qulbe, bayê reş

1. Bayê Xerbî

Bayê xerbî, ji aliyê rojavayî va tê. Bayê xerbî, bayê bênderan e. Bayekî nerm û hênik e. Dibêjin ku bayê xerbî ji cinetê tê. Libakirina wî xweş e. Kar û bar pê dibe, ne zexel e. Çavê xwediyê benderan li rêya wî ye. Bi xêra wî, genim ji kayê diwelide. Pîrika genimê sorgul e.

2. Bayê Kur

Bayê kur, ji aliyê bakurî va tê. Bayekî gur û bêtore ye. Havînê, xwe çeng dike zarokan û wan ji ser ban û textan direvîne. Nivîn û lihêfan li ser ban û textan, li serê mirovî digerîne. Wextê ku ew tê, paleyî û cercere û şel, giş betal dibin. Karbetal e. Mirov pir diavêjin bayê kur, lê ew tê û bêhna genî gişî bi xwe ra dibe. Bayê kur, zivistanê sar, havînê germ e.

Ev baya, zivistanê mirovî radide nava nivînan. Ardû bi mirovî ra nahêle. Her kes dikeve mala xwe û deng ji xwe nayîne. Bayekî bideng e. Nava zarokan ji wî diqete. Dengê wî wekî dengê guran e. Dinyayê sayî dike. Derpîyê pîrê diqetîne li serê kalo digerîne. Dinyayê kur û kem dike. Cira wî pir nexweş e. Mirov dibêje qey her gav bêhna wî teng e. Wextê ku tê heft rojan venagere.

3. Bayê Qulbe

Ji alîyê başûrî va tê. Bayekî wisa ye ku zêde deng ji xwe nayîne. Carna dibêje, te dît va ez jî heme û hew. Kesek reşê wî nabîne. Havînê, ber bi ber dinyayê disincirîne. Carna dinyayê ewqas disincirîne ku mirov ji ruhê xwe aciz dibe.

4. Bayê Reş

Bayê reş, ango reşeba, bayê bêrîn e. Ji alîyê rojhilatî va tê. Wextê ku tê, baranê bi xwe ra tîne. Bayê bêrîn, bayê baranê ye. Nahêle ku mirov di bareşê xanîyê xwe da taq û şibakeyan veke.

Barana bayê reş, ji kêleka va li xanîyan dixe û qonaxên bareşê xênî tîne xwarê. Barana ku bi bayê reş re tê zû bi zû venagere.

5. Werzeba

Werzeba, bayê werzan! Di sere meha nîsanê da tê. Bi xera germahiya wî serê gupikên daran diteqe û dar kulîlkan vedidin.

Bayên Nexweşîyan

1. Bayê Sor

“Heyla bayê sor bi te keto!” Nexweşîyeka lingan e. Kesên ku bayê sor li wan dixin, lingên wan ji çongê û berjêr, sor dibin. Kesên ku bayê sor li wan ketibin, xureka bişewat di lingên wan da peyda dibe. Ên bi vê nexweşîyê dikevin, ji ber xurînê, lingên wan dibin wekî gîzeran. Dermanê bayê sor, kulîlka birînan e. Kesên ku bayê sor bi lingên wan dikevin, mirov kulîlka birînan li lingên wan dike.

2. Bayê Reş

“Heyla bayê reş bi te keto!” Bayê reş, nexweşîyeka lingan e. Kesên ku bayê reş li lingên wan ketibin, lingên wan ji çongê û berjêr reş û şîn dibin. Vê nexweşîya, lingên mirovî hişk dike. Lingê ku bayê reş lê dixe, dibe wekî çekur. Dermanê vê nexweşîyê, gîyaderbê ye. Mirov, ji bo kesên ku bi vê nexweşîyê dikevin gîyaderbê dide hevdu û tîne malê, di destarê da hinek ceh dihêre û arvanê ceh û gîyaderbê di nava hev da distrê, dike hevîr. Berî mirov gîyaderbê lê bixe bi rojekê, mirov lingî di çokê da girê dide. Bi vê girêdanê ra, xwîna reş xwe bera jêra lingan dide. Xwîn dawerive û pê va hevîrê gîyaderb û cehî, li ling tê xistin û bi naşorekî tê girêdan. Roja din naşor ji lingan tê vekirin û bi dû ra tê gûzankirin. Bi gûzankirinê ra, xwîneka wekî fatireşkê ji lingan dere û ling rehet dibin.

3. Bayê Maran

“Heyla bayê mara bi te keto!”

Çar diranên maran hene.Diranên maran yek jê diranê jehrê, yek jê diranê janê, yek jê diranê xewê û yek jê jî diranê bê ye. Wextê ku mar bi yekî va dide ji her çar diranên wî, jan û jehr û xew û ba, bi hev ra, xwe bera nava xwîna wî kesî didin.

Dermanê bayê maran, jehra marekî din e. Hew jehra marekî din dikare jehr û jan û xew û bayê marekî din ji canê mirovî derxe.

4. Bayê Falincî

“Bayê falincî li te xe înşelah!” Bayê canê mirovî ye. Wextê ku vî baya li mirovî dixe mirov felc dibe û dikeve ber dest û lingan.

Çavkanî: Pirtûka Payîzxêr, Sadiq Ûskan, Rûpel; 81-82

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Gotara Epîk, Netew û Meşrûiyet

Analîza Berawirdî û Teorîk a Ehmedê Xanî û Publius Vergilius Maro “T. S. Eliot ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *