Peyvên Biyanî û Kurdî

Hin peyvên tirkî yên ku ji serdema Osmanîyan û hinên nû ku derbasî kurdîya rojavayê Kurdistanê bûne.
بعض الكلمات التركية، في اللغة الكُردية في غرب كُردستان

Mînak:
-ode, kurdî: jûr
-qapî, kurdî: derî
-çetin, kurdî: zehmet, dijwar
-qola, kurdî: hêsan
-qer (mîya qer, ji pêz tenê re tê gotin.): kurdî: reş
-gemî (nû derbas bûye.), kurdî: keştî
-deve, kurdî: hêştir
-qilax/qulaq, kurdî: guh
-ol (bi nezanî nû derbas bûye), kurdî: dîn, ayîn
-yazîkirin/yazmişkirin, kurdî: nivîsîn, danîn
-qeymax, kurdî: to, toşîr, tok, tihok…

Evê dema dewîyê hin peyv û hevokên tirkî yên nû jî derbasî kurdîya rojavayê Kurdistanê bûne, (di rêya partîyên kurdistanî, tevinên civakî û zimannasên bakurî re.)

Mînak:
-zaten, peyveke deyinkirî ye, ji erebî derbasî tirkî bûye.
-qetilam: ji erebî derbasî tirkî bûye.
-daha, kurdî: hîn, -tir…
-heqîqet: ji erebî derbasî tirkî bûye.

Hin hevokên ku ji tirkî hatine wergerandin jî, derbasî kurdî rojavayê Kurdistanê bûne.

Mînak:
-Li min bigere. Kurdî: Telefona min bike.
-Baş li xwe binere. Kurdî: Çavê te li te be. Li xwe miqate be. …
-Di ber çavan re bigere. Kurdî: Di ber çavan re derbas bike.
-Ev daha baş e. Kurdî: Ev baştir e.

Bi dehan mînak hene, çi li cem we heye?

Muhamed Keleş

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Dersên Rastnivîsê I 8

Şaşîyên ji romaneka bi kurmancî: ŞAŞ: ÊDÎ JÎYANA WÊ LI BAJARÊ RAGAYÊ DI XETERÊ DA …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *