Ji Bo Zarokan Pirtûkek hêja: Bilûrvanê Gundê Bimişk

Serê xelkê gundê Hamelînê, ji ber îstilaya mişkan di belayê de ye. Li her derê mişk hene û hemû xwarinên gundiyan dixwin. Navê gund, bi awayê “Gundê Bimişk” derdikeve. Xelkê gund, diçin vê rewşê li ba mixtarê xwe gilî dikin. Mixtar û azayên xwe dikin-nakin nizanin dê çareyeke çawa bibînin.
Tam di wê gavê de xortekî biyanî tê ba wan, dibêje: Eger hûn hezar zêrî bidin min, ez dikarim bi bilûra xwe gundê we ji mişkan rizgar bikim.
Mixtar got; ku tu mişkan derxî, tu çi bixwazî em pê razî ne. Bilûrvan, bilûra xwe derdixe û meqamekî xweş lêdixe. Hemû mişk mîna serxweşan didin pey wî.
Bilûrvan diçe xwe li çemê ber gund dixe û hemî mişkên li pey wî tê de dixeniqin.
Bilûrvan vedigere gund, da ku zêrên xwe ji muxtar bigre. Lê Mixtar soza xwe dişkîne û zêrên wî nadê.
Li ser vê yeke, Bilûrvan îja bi meqamekî din li bilûrê dixe…

Nivîskar: Hans Christian Andersen

Wergêr: Memê Miksî

Weşanxane: Nûbihar

Memê Miksê Kî ye?

Memê Miksî di sala 1988an de li gundê Arincê ji dayik bûye. Arinc, girêdayî navçeya Miksa

Wanê ye. Destpêka xwendinê li dibistana gund, a navê jî li navçeya Miksê qedandiye.

Zaroktiya wî jî li heman gundî derbas bûye. Niha li Stenbolê dijî.

Berhemên wî:

Ez û Ew, (Helbest), Weşanên Sîtav 2018

Kenistan, (Pêkenok) Weşanên Sîtav 2019

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Navdarên Cîhanê: ÎBN RUŞD (1126 – 1198)

Hekîm û felsefevanê Ereb ê Endulusî û ‘alimek felsefe, fiqih, matematîk û tipê ye. Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *