Pirtûka ‘Lalezar’ ji Nûbiharê derket!

Lalezar “Bi Şîret û Hîkmet û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan”

Mela Husnî Hezîn

Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşîyan şerh kiriye. Ev xebata wî, bes ne berhevkarîyeke folklorik e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşîyan bi berfirehî şerh kirine. Wî di gotinên pêşiyan de ne tenê pend û şîret, herweha aliyê wan ê hîkmet û îrfanî jî derxistiye pêş. Gava ev yek kiriye, ji tecrûbeyên civaka Kurd sûd wergirtiye û wek qanûnên giştî yên Kurdan li wan gotinên pêşiyan nihêriye û ew nirxandine.

Hûnê bi vê kitêbê, bikevin alema nepen û efsûnî ya gotinên pêşiyan. Her yek ji wan gotinan, di xwe de şopa bi sedan salan dihewîne. Gava hûn vê kitêbê bixwînin, hûnê bibînin ku ji qelema Mela Husnî deng û awazên hîkemî tê guhê we û dilopên îrfanî diniqute dilê we.

Çandname

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

PDF | Çend Pirtûkên Zarokan | Daxînin an jî Bixwînin

Em ê li vir Pirtûkên Zarokan ên pdf yî bi du şeklan biweşînin: 1. Wekî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *