Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim

Tenê guhdariya bêdengiye dikim

Lê di bêdengiye de çiqas qîr û hawaran dibihîzîm

Kes pê nizanê.

Behna bajarekî ji ber teqîna maye tê behvila min

Rê û şopên piyên min dinav li xwegerîneke gûmanwarî de ye

Dîsa jî di hembêza xwe de hêviyên ber bi serkeftinê dimeyenim.

Bi tev hebûna xwe, êş û xemgîniyan li paş xwe dihêlim û ber bi roniyê ve dimeşim

Dimeşim, tevna jiyanê dihûnenim ji bermayînên bêjingê

Di tenûra serfîrazîyê de dipejin armancên min

Bi destên qirêj tene hilweşandin ew şûnwarên bi deste terikî avakirî,

Ez ji bo avakirinê, ji bo armancan dimeşim, diçim.

Di awirvedanê rojeke nixûmandî de

Ber bi behna bihareke derengmayîn de diçim

Tîrojên ku bedenen zingargirtî ji şewên şikestî rizgardike

Li ber kenê kulîlkên rûgeş

Dîlana çirçirken nûgihaştî

Temaşageha dile min ê azad ronî dike.

Ewqas dûr nemeyzêne

Di kurahiya dîtinên te de bajarên hilweşandî

Dîrokên talankirî

Mirovên li ber sêdarê dikenin hene.

Di reşahiya şeve de ew çavên te dibûn çira

Ez li ber şopa şewqa te digeriyam.

Ew awirên te ji ber çend fermanan filitîne

Wek tîreke serseri û bê armanç dinava dile min de kon vedaye

Tu çûyi lê behna te belavbûye li vî bajarî

Bê te tenetî wek baraneke şapeyî dibarê li ser sere min

Lehî serûbin dike xeyalên min

Bitenê, tî, birçî û behnteng im

Dema tu ji vî bajarî çûyî

Di şevbûherkên ji zivistanê mayî

Xewn û xeyalên Dilazad wek çîrokek nîvrê mayî

Li benda biharê me, li hêviya dawiya çîrokê me

Min nizanîbû bihar jî tu yî

Dawiya çîroka min jî tu yî

Batman, Tirmeh 2019

Dilazad A.R.T

dilazadart@gmail.com

Etîket: bêdengî, guhdarî, Helbest, Polylang KMR, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Gelo di zimanê kurdî de kelîmeyên nû hene?

Agir Ketye Berîka Min

Êşa Gulgeverê

Ronahiyên Dîrokê û Hêzên Nifşên Nû

Sifra Hevpar û Bereketa Civînê

Dilazad ART

Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Hemû nivîskar →

Şîroveyeke binivîse

NivîskarDilazad ART
Dîroka weşanê15/09/2023
Nûvekirin09/10/2026
KategorîNivîsxane
Etîket, , , ,
Hejmara peyvan264
Dema xwendinê2 deqe xwendin