
Weşanxaneya Lîsê û Sazîya Çarçirayê ya Çandê, çîroka cîhanê ya Jacob û Wilhelm Grimm bi zimanê Kurdî diweşîne:
Weşanxaneya Lîsê bi hevkarîya Sazîya Çarçirayê ya Çandê, çîroka “Snow White and the Seven Dwarfs” li jêr navê “Berfînxan û Her Heft Bejnbihost” diweşîne.
Çîroka ku hatiye wergerandin ji alîyê Bihar Mirad ve, wekî yekê ji çîrokên herî navdar ên wêjeya klasîk a zarokan tê dîtin.
Weşanxaneya Lîsê her weha çîrok bi dengê Sîmav Hesen tomar kiriye da ku bêhtir nêzî gîyanê zarokên Kurd be û xwendina çîrokê ji alîyê dê û bavan ve hêsantir bike.
Çîroka ku mohra xwe li tevahîya wêjeya klasîk a zarokan daye, hatiye wergerandin bo piranîya zimanên cîhanê û bûye mijara bi dehan film û lîstikan. “Berfînxan û Her Heft Bejnbihost” bi Kurdîyeke kubar û rewan li ber destên zarokên me yên şîrîn û delal e.
Ji Lîsê… jê nemînin.
Gotara berê: Osman Sebrî’nin Hatıraları Türkçede!
Gotara piştî: Li Dêrikê welatiyekî odeya xwe kiriye muze
Gotarên Têkildar
Tîrêjên Ronahîya Pirtûka Pîroz
Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

