Dinya misafirxaneyek e

… Bermaneya me ev e: Dinya misafirxaneyek e. Însan wê hindikî li wir bimîne. Kar û barên wî pir in. Ew berpirsyar e ku di umrekî kin de pêdiviyên jiyana ebedî tedarik bike.

Pêşî divê karên herî girîng û herî lazim werin kirin. Lê di piraniya we de şiklekî ku bi hissên dunyaperestiyê hatiye neqişandin xweya dike, di bin perdeya xefletê de mîna ku warekî ebedî be, li vê dunyaya fanî dinêre. Naxwe para we ya di ubûdiyeta ku li ser bingeha heqperestiyê û fikra axretê hatiye avakirin de pir hindik e.

Lê eger di nav we de û li pey we sin‘etkarên qedirhêja û keşşafên ku îlham tê dilê wan, ewên ku ji wî îbadetê hêja, yanî ji menfaeta îbadên Xwedê re, ji kara gel re, ji jiyana civakî re, ji xweşî û silametiya civatê re xizmet dikin, hebin; çendî hindik jî bin, ev nîşan û îşaretên Qur’anê bi rastî jî têrê dikin ku wan zatên hessas teşwîqî xebatê bikin û hunera wan teqdîr bikin.

Ji Rîsaleyên Nûrê: (Sözler: 323-324)

Zehra Yayıncılık

Etîket: axîret, dinya, Polylang KMR, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Rîsaleyên Nûr êdî bi dengê Zazakî û Kurmancî têne guhdarîkirin!

Kronolojîya Serdema Hz. Ebubekir (r.a)

Peyama Sunnetê -18 (Edep û Exlaqê Xweşik)

Care Caran (helbest)

Peyama Qur’anê: Secde Bike-Nêzîk Bibe

Şîroveyeke binivîse