Ez şerm dikim ji mirovahiya xwe

wisa sitembar li min nenihêre

ey zarok!

tu ku wisa  mêze dikî?

ez şerm dikim ji mirovahiya xwe

ku tu dişewitî

ku tu dimrî ji birçîna

bê hêlîn dimînî

ez şerm dikim ji mirovahiya xwe

dema ku tu hembêza diya xwe de koç dikî

bê wext

gava bedena te ya biçûk bi ser avê dikeve

gava derya laşê te daf dide perava xwe

ez şerm dikim ji mirovahiya xwe

wisa sitembar li min nenihêre

ey zarok!

tu dibêjî qey ez te nas nakim

çawa ez te nas nakim

navê te Mizgîn e

navê te Azad e,

 

Hîvda ye,

Alan e,

Cîhan e navên te

û

dema ku hûn dişkên mirovahî dişkê

dema ku hûn kêm dibin mirovahî ji xwe kêm dibe

Muqades Agirî

Etîket: Helbest, mîrovahî, Polylang KMR, Zarok

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Helbest | Car caran difikirim

Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

Helbest I Ji bo gerdûnê ji bo însanbûnê

Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle