Rêyên ku ji enerjiya neyînî xilas bibin çi ne?

Bi paqijkirina enerjiya neyînî dibe ku meriv bibe kesek erênî.

Carinan em difikirin ku enerjiya neyînî tenê di mirovên din de heye, em wê di xwe de fam nakin. Ev ji ber ku em bi rastî enerjiya neyînî di xwe de fam nakin. Dibe ku em bifikirin ku mirovên erênî nerealîst in, an jî ew mirovên naîf in ku bi bişirînên sexte û serê wan di qûmê de ne. Ma ev mirov bi rastî ehmeqên dilgeş in an tiştek heye ku em di derbarê pozîtîfiya wan de nizanin?

 

Rastîbûn, bi neyînî fikirîn e?

Ji kengî ve realîstbûn tê vê wateyê ku dê her tişt xelet biçe û hûn tenê wê qebûl dikin? Divê ev otomatîk neyê wateya “Realîstbûn negatîfbûn e”. Dema ku hûn bi perspektîfek realîst li cîhanê dinêrin, ger realîzma we neyînî be, hûn ê bê guman neyînî bin. Ger we xwe li ser wê şert kiribe, her tiştê ku dikare xelet biçe belkî dê xirab bibe, û her tiştê ku dikare baş biçe dibe ku xelet bibe. Baweriyên we yên nehişyar bêyî ku hûn pê zanibin we vediguherînin kesek neyînî. Ger ev negatîf bêyî ku hûn pê hay bibin ketine hundurî we, hûn ê çawa zanibin ku hûn di ewrê neyînî de kesên xelet, bûyer û hestan dikişînin?

 

Sipasdar/Şikirdar be

Şikir erênî ye. Xwe wekî mexdûr nebînin, ev ê bibe sedem ku hûn rêyek hêsan bavêjin da ku dev ji desthilatdariya di destên xwe berdin. Hem ji bo tiştên baş û hem jî yên xerab ên ku diqewimin de, xwe berpirsiyar bin. Qebûlkirina vê cesaretê hewce dike, lê ew ezmûna jiyanê dide we. We bala xwe dayê ku mirovên erênî di jiyanê de tiştê ku ew dixwazin hene û ji jiyanê kêfê digirin her çend her tişt baş nebe jî, lê mirovên neyînî her gav nalîn û axîn dikin tevî ku tiştên di jiyana wan de baş derbas dibin.

Van sê gavan biceribînin ku enerjiya neyînî paqij bikin:

1.Berpirsiyariyê qebûl bike

Dalai Lama dibêje: “Heke hûn ji ber her xirabiya ku tê serê we yekî din sûcdar bikin, hûn ê pir xemgîn bibin. Heke hûn qebûl bikin û bizanibin ku her tişt ji hundurê we tê, hûn ê bextewarî û aramiyê bibînin.”

2. Erênî bifikire

Ramanên neyînî ji holê rakin û li şûna wan yên erênî têxin. Fikra ku dê her tişt ji dêvla tiştekê baş biçe û bi wan çavan li cîhanê nihêrî pêvajoyek e ku dem û hewldan digire. Gava ku hûn xwe difikirîn an neyînî diaxivin, tavilê dengê xwe biguherînin û hewl bidin ku erênî bifikirin.

 

3. Dawî li fikrên/saplantiyên berê bidin

Ji bo ku enerjiyên xwe paqij bikin û ronahiyê û hezkirinê bînin nav jiyana xwe, ji bilî ku xwe bi neyînî ve girêbidin, xewnên erênî bikin. Ji xemlên xwe yên berê xilas bibin û rastiyek ku hûn dixwazin xeyal bikin. Kes naxwaze ku ramanên neyînî bikevin nav jiyana wan, lê ew bêyî ku haya wan jê hebe destûrê dide wan. Ger hûn dev ji mêtingerî û saplantiyên xwe yên berê berdin, li şûna ku hûn bifikirin ku pêşeroj kevirekî hişk/tehtek e, hûn ê bibînin ku ji ya ku we xeyal dikir zêdetir kontrola we li ser bûyeran heye.

 

Çavkanî: hthayat

Werger: Çandname

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Psîkolojîya kesên ku rehet derewan dikin û derewên xwe qebûl nakin

Di psîkolojiyê de, derewkirina kronîk û rehet –bi taybetî jî dema ku kes derewên xwe …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *