Кurdên Xorasanê – Vîdeo

Guhdarên heja, vê carê guhdarîya bernameya radyoya Ria taza ji beşa “Dîroka kurd û Kurdistanê” bi taybetî derheqa dîrok, huner, danûstandin û çanda kurdên Xorasanê bikin.

Di vê bernameya xwe de emê hewil bidin ji we ra şirove bikin ka kurdên Xorasanê kîne, li ku dijîn, kengê û ji kîderê sirgûnî Xorasanê kirine?

Ser daxweza radyoya me dostekî meyî pir hêja, kesekî pispor û şereze, hunurmend birêz Şehram Dostan bi hurgilî derheqa kurdên Xorasanê da ji me re axivî. Şehram Dostan xelqê Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Urmîyê ye, 25 salî zêdetire bi malbeta xwe ve li Kanadayê diji. Hêjayî gotinê ye, ku birêz Şehram Dostan ji eşîreta Simkoyê Şikakî, ji êla Evdoyî ye, ji qebîla Nemetî, bapîrê wî – Miho dema serhildana kurdên Rojhilatê li bajarê Tewrêze di gel Cewer Axa şehîd bûye.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Sturkî ye.

Riataza.com

About Rêvebir

Check Also

Mesela Namûsê

Êlên Kurdan, eger xwîndarî nebin, zêde ji kuştinê hez nakin û ne meyldarê xwînrijandinê ne. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *