
Navikebendik, an jî navikepetik (bi înglîzî: umbilical cord) pêkhateyek lûleyî ye di navbera korpele û plasentayê de.
Her ko embriyo di nav malzarokê de geşe dibe û diperise, pêdiwiya wê ya bo xurek û alûgorkiraina gazên henaseyê jî zêdetir dibe. Xwîna kemoksîjenî û madeyên paşmayî bi cotek xwînberên navikebendikê ji laşê korpele ber bi plasentayê ve tên guhaztîn. Oksîjen û xurekê ji xwîna dayikê jî derbasî plasentayê dibin ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikepetikê ber bi korpeleyê ve tên guhaztin.
Piştî ji dayikbûnê, dergûş hê bi navikebendikê bi plasentayê ve girêdayî ye. Plasenta jî bi navpoşê malzarokê ve girêdayî ye. Gava korpele bi awayekî asayî dest bi henasedanê kir, girê li navikebendikê tê avêtin û navikebendik tê jêkirin, bi vî awayî dergûş ji dayikê tê cudakirin.Gotara berê: Ji bo hêsankirina jiyanê…
Gotara piştî: Rastiyên Balkêş ên ku 100% rast in
Gotarên Têkildar
Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî
Şoreşa Zanistî: Teleskopa James Webb û Komputerên Kûantûm Dîrokê Ji Nû Ve Dinivîsînin
10 Salên Dawî Erdhêjên Herî Mezin



