Suriştname; Balindeyek Balkêş: Qelaşînk

Qelaşînk an qelaşînkê Ewropayê (Coracias garrulus), cureyekî masîgiran e. Heta niha du binecureyên qelaşînkan hatine danasîn.

Qelaşînk çûkekî qelew e ku dirêjiya wî di navbera 29-32 cm de ye û tevî baskan dirêjiya wî di navbera 52-58 cm de ye. Giraniya qelaşînkê nêr di navbera 127–160 graman de û ya mê di navbera 130–154 graman de ye. Rengê wî şîn û rengê pişta wî pirteqalîqehweyî ye. Hinek komên qelaşînkan bi riya Hindistanê ber bi aliyê Afrîkayê ve koçber dibin. Qelaşînk li ser daran dilîse.

Dengê wî wekî qirikan e ku sext e. Qelasînk li xijendeyên piçûk wek qirtîş û marên biçûk, çûkên jar, pîrê, kojerên biçûk, beq, mêş û mûr wekî çirçirk, kulî, sedpî û kêzikan digere û dixwe. Qelaşînk nêzî şeş hêkan dike.

Binecureyê qelaşînkê (C. g. garrulous) li bakurê rojavayê Afrîkayê, başûrê rojava û başûrê navîna Ewropayê, Asyaya piçûk (Tirkiye 0 Bakurê Kurdistanê) heta bakurê rojavayê Îranê (rojhilatê Kurdistanê) û başûrê rojavayê Sîbîryayê li Rûsyayê belav dibe.

Salnameya Nûbiharê

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ji bo Pantolonê Kot Kevin Nebin Divê Em Çawa Bişon?

Germahiya şuştinê: Herî baş ava sar an 30°C ye (20-30°C). 40°C car caran tê qebûlkirin …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *