Dilo rabe buhar e

Dilo rabe buhar e

Kesk û sor e bi dar e

Dinê germ e ne sar e

Dilo rabe buhar e

Ga û golik heval in

Welatê wan newal in

Hemî xort in, ne kal in

Ga û golik heval in

 

Mêw ez im, tu tirî
Mih tu yî, ez im hirî
Te firot û min kirî
Mêw ez im, tu yî tirî

 

Ez kanî me, tu av î
Ez nêçîr im, tu dav î
Şevreş ez im, tu tav i
Ez kanî me, tu av î

Ne derew e, ne kenîn
Ne bexçe ye, ne çinîn
Tu siwar î, ez im zîn
Ne derew e, ne kenîn

Tu bihişt î, ez dergevan
Kêr tu yî, ez im qurban
Gorî te me, ez heyran
Tu bihişt î, ez dergevan

(Kamiran Alî Bedirxan, Hawar, hejmar 14)

 

Etîket: Dilo rabe buhar e, Helbest, Kamîran Alî Bedirxan, Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Helbest | Car caran difikirim

Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

Helbest I Ji bo gerdûnê ji bo însanbûnê

Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê

Hewldana çêkirina nerîteke modern di romanên Mehmed Uzunî da

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle