
Yekem kovara bi devoka Lekî ango Şêxbizinî, ji aliyê Kurdên Şêxbizînî yên li Anatoliyayê ve hat çapkirin.
Şêxbizinî, eşîreke Kurdên bajarê Kirmanşahê yê Rojhilata Kurdistanê bûn. Dewleta Osmaniyan, di sedsala 16emîn de ew sirgûnî Kerkûkê kirin. Pişt re gelek eşîrên Şêxbizinî, berê xwe dan Anatoliya Navîn jî. Bi sedan sal in ku Şêxbizinî ji Enqere (Haymana) heta Konya, Sînop û Çorûmê bi cih bûne. Bi devoka Lekî diaxivin û ev çanda xwe jî bi sedan sal in, li her deverê Anatoliyayê û Kurdistanê parastine.
Hin nivîskarên Şêxbizinî yên li Haymanayê bi navê Pîjok koverek çap kirin. Ev kovar, bi devoka Şêxbizinî hatiye nivîsin qala çand, huner û zimanê Şêxbiziniyan dike.
Gerînendeyê Giştî yê kovarê, Onur Ozdemîr e û nivîskarên kovarê jî Ramazan Comer Tetik, Mustafa Başaran, Erhan Akbenlî, Mehmet Okçu, Rênas Burhan Demircan e.
Pîjok yekem kovara ku bi devoka Lekî ango Şêxbizinî derket.
Naveroka Kovarê ev e:
Gotara berê: Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê ya 1946an Binasin!
Gotara piştî: Bikarhênerên Windows 10ê heya 2022an dê nikaribin li Windows 11ê nûve bikin
Gotarên Têkildar
Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket
Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!
“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket
Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

