Terîfa çêkirina qeşaşîr a wanîlî

Ku hûn mal qeşaşîrê wanîlî çêbikin a zarok li pey we bernedin…

Melzeme (ji bo 4 kesan)

  • 500 ml şîrê tam rûn û şîrê teze
  • 1 heb wanîlî
  • 4 heb zerikên hêkê
  • 100 ml kremaya ​​şîr
  • 1 quncêrk xwê
  • 3/4 qedehê avê şekirê toz

 

Çêkirin

Şîr û kremê bi vanîlî û bi quncêrkek xwê bikelînin. Di vê navberê de, zerikên hêkê bi şekirê toz bi hev re heya ku xweş tevehev dibe biçirpînin. Şîrê kelandî li vê yekê zêde bikin û li ser germa navîn bikelînin, bi têla çirpandinê bi hêz biçirpînin heta ku kelê dide.

Binî şîrê bigrin, qalibê kekê yên ku pêşîyê di qerisînerê kûr de hatiye cemidandin de birjînin û li ser pê fîlma streçê bigrin û germahiya jûrê de berdin bila sar bibe. Niha ew amadeye ku têkeve qeşadankê. 3-4 seatan jibo tîr bibe bendê bisekinin û di vê navberê de yekcara derxin û tevbidin ku bila qeşayê negre, bila siftîyeke nerm de be.

Çandname

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Jinên ducanî ji bêhna hertiştî çima me’dê xwe hevdikeve?

Sedema sereke ya gêjîbûn û vereşîna jinên ducanî ji bêhnan ev e: guhertinên hormonan û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *