Hejmara 3yem a Kovara xêzeromanê GOGê derket

Hejmara 3yem a Kovara xêzeromanê GOG, ku ji bo zarokên Kurd mehê carek bi Kurmancî û Kirmanckî tê amadekirin, derket.

Armanca Kovara GOG, bi xêzan zimanê zarokan pêş bixe û bibe platformek ji dinyayê. Kovar, ji cîhana Kurdan xêzan û çîrokan pêşkêş dike. GOG ji bo zarokên 7-14 salî tê amadekirin û li ser înternetê weke dîjîtal tê belavkirin.

Di hejmara vê mehê de, çîrokên Red Kit, Yakari, Thorgal û Milo cih digrin. Ji xêzkarên kovarê Ender Ozkahraman bi “LOXE”, Dogan Guzel bi “QIRIX”ê cih girtiye. Di beşa analîzan a “Wekî tê zanîn ne wisa ye” de li ser “Calvin û Hobbes” analîzeke berfireh hatiye pêşkêşkirin. Mamo di beşa “Ev kî ye?” de bi xêzan jiyana Newtonî girtiye dest. Di beşa “Çi qewimî bû?” de jî li ser zanist û çand û hunerê nûçeyên rojevî hene.

Etîket: gog, kovara xêzeroman, Kurmancî, Polylang KMR, roman, Xêz, xêzeroman, Zarok, Zazakî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Zarokname – Pêşdibistana Zarokan

PDF I Ferhenga Derûnnasîyê DERKET I Hûn Kanin Daxînin

PDF | Çend Pirtûkên Zarokan | Daxînin an jî Bixwînin

PDF – Cewşana Kurdî DERKET – Daxînin

Hejmara Nûbiharê ya 169an derket

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle