Di Mêjî De Cihekî Nû Hat Tespîtkirin

Zanyarên Zanîngeha George Washington a li Amerîkayê bi ceyranê şok dan mejiyê jinekê û karîn mêjî qontrol bikin.

Zanyaran di dema lêkolîna nexwaşiyê de rastî tebeqeya grî ya mêjiyê çepê hatin û ceyran dan wê tebeqeya bi navê klaustrumê û dîtin ku jina nexwaş nikare tevbigere û nikare bersivê bide û di solix dayînê de hêdîbûn çêdibe.

Di dema dayîna ceyranê bi dawî dibe, hişê jina nexwaş dîsa tê xwe.

Ji zanyaran Muhammed Kubeissi got tebeqeya bi navê Klaustrumê di mêjî de wekî kîlîdan e. Kubeîssî got , “Çawa dema ku em trimbêlê didin xebitandin mîfteh hewce ye qasî em têgihêştin me kîlîda mêjî dît.”

Tê texmîn kirin encam dê ji bo zanyarên bi salan e ku li ser mêjî dişuxilin dê bibe agahiyek girîng û gelek pirsên derbarê mêjî de dê bibersivîne.

Lêkolîna di kovara “New Scientist”ê hatî weşandin ji bo fehmkirina hiş  û tûreyan dê rê nîşanî zanyaran bide.

trtxeber

About Rêvebir

Check Also

Gelo Bi Derziyekê Diranên Nû Pêkane?

Piştî temenekî ku diranê mirov bikeve êdî dernakeve ne wisa? Heta îro bersiva vê pirsê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *