Dîwana Mela Sîraceddînê Xelîli “Gulcivîn”

Mela Sîraceddînê Xelîli, di sala 1930î de hatiye dinyayê û di sala 1983yan de çûye ber rehma Xwedê. Dema ku tê de jiyaye ji aliyê aborî, siyasî û edebî ve ji bo Kurdan û Kurdî dewreke pir dijwar bûye. Kurdî qedexe bû; gelek kesan newêrîbû binivîsin. Kesên dinivîsandin jî kitêb û nivîsên xwe vedişartin; jixwe îmkana çapkirinê jî tunebû. Ji ber vê rewşa siyasî, weke gelek kesan Mela Sîraceddînê Xelîlî jî baş nehatiye naskirin. Xelîlî; wek Cegerxwîn, Seyid Eliyê Findikî û Seydayê Tîrêj -ku di vê sedsalê de berhemên hêja nivîsîne- careke dî ruh û can daye helbesta klasîk a Kurmancî.

Li gorî asta berhemên sedsala xwe, dîwaneke serkeftî pêk aniye. Dîwana wî ya bi navê Gulcivîn, yek ji dîwanên girîng û giranbiha ya serdema edebiyata klasîk a dawî ye. Zimanê wî xurt û herikbar e û gelekî sivik e ku di roja me de bi hêsanî tê fêhmkirin. Wî bi Kurdî, ‘Erebî, Farisî û Tirkî helbest nivîsîne.

Dîwana wî, ji 143 helbestan pêk hatiye. Naveroka wê li ser mijarên civakî û eşqê ye. Herweha helbestên dînî jî tê de pir in. Mela Sîraceddîn, piraniya umrê xwe li herêma Botan û Torê derbas kiriye. Lewma jî tesîra devoka van her du herêman -nexasim ya Torê- li ser zimanê wî xuya dike.

Ev nivîs ji malpera Nûbiharê hatiye wergirtin

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *