
Siyaset qûmar bû
Dinya maseyek qûmarê bû
Dinya alem ji xwe re bi vê qûmarê dileyîstin
Li ser maseya qûmarê hemû cûre millet rûniştibûn.
Tirk, Ereb, Fars, Ûris, û hwd..
Li ser her tiştê min dileyîstin.
Nirx, ax, gund û bajar.
Hema her tiştên min yên li sererd û binerd..
Ew bi kelecan ji xwe re dileyîstin,
Û ya herî bijan, dema ew dileyistin,
kurdekî jî çay li ber wan digerand…
Gotara berê: Çima Tu Nayê / Ronî Aram
Gotara piştî: Ziryab 3 Derket!
Gotarên Têkildar
Şervanê Azadîyê Nelson Mandela
Dîwanên Cegerxwînî Hatin Dîjîtalîzekirin

