Ji Bîg Bang û Vir Ve Teqîna Herî Xurt

100 mîlyon sal in dewam dike: Ji Bîg Bang û vir ve teqîna herî xurt

Teleskopa fezayê ya Ajansa Fezayê ya Amerîka (NASA) Chandra, çavdêrî li teqîna herî mezin a ji Bîg Bang û vir ve kir.

Li gorî pisporan ev teqîn zêdeyî 100 mîlyon sal in dewam dike.

Ajansa Fezayê ya Amerîka, li cihekî 2.6 mîlyar salên ronahiyê dûr, quleke tarî keşif kir.

Hêja bibîrxistinê ye; salek ronahiyê, 9 hezar 461 mîlyar kîlometre ye.

Tê texmînkirin ku qula tarî ya hatiye kifşkirin, dişibe teqîna bingehîn a galaksiya me.

Tê texmînkirin ku ev giraniya vê yekê bi 10 mîlyar qatî zêdetir ji ya Roja me ye û bûye sedema teqînê.

Tê gotin ku vê qula reş, giraniyek 600 mîlyon qat ji Roja me girantir tine kiriye û rê li ber teqîneke mezin vekiriye.

NASA dîmenekî ji vê teqînê weşand. Di dîmen de, gaza germ a beşek ji galaksiyan pêk tîne bi rengê şîn tê nîşandan. Valahiyên ji 600 hezar salên ronahiyê jî bi rengê pembe tê nîşandan.

Pispor di wê baweriyê de ne ku ev qula tarî gelekî dişibe ya destpêka galaksiya me.

hawarnet.org

Etîket: bîng bang, feza, gotin, nasa, pispor, ronahî, zanist

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî

Şoreşa Zanistî: Teleskopa James Webb û Komputerên Kûantûm Dîrokê Ji Nû Ve Dinivîsînin

10 Salên Dawî Erdhêjên Herî Mezin

Serkeftina mezin di dermankirina genetîkî de

Yamalı Peyzaj (Peyzaja Pînekirî)

Şîroveyekê bihêle