Pirtûka ‘Zanista Tenduristîya Gel’ ya Kurdî

Piştî ku Pirtûka Tibê ya ku 200 sal berê ji aliyê Melayê Erwasî ve bi kurmancî hatiye nivîsandin û Celadet Bedirxan jî di Hawarê de behsa wê dikir, hate bidestxistin(Dîtîn), çav dîse hatin ser zimane kurdî ya kurmancî ku kerî tenduristîye te an naye? Kerî medeniyete te an naye?

Pirtûka “Zanista Tenduristîya Gel” nişan da ku mijarên tenduristiye yên nûjen bi şeweyek modern bi zimane kurdî jî tên vegotin.

Ev pirtûk bi sê beşan li ser tendurîstiye disekine.

Beşa yekem de li ser “Mêweyên Dermandar” tê sekinandin li ser fekîyên ku bi reya sirûşte dîyarî me bûne hin agahî û fedeyên wan tên vegotin.

Beşa duyem de li ser “Zanista Tenduristîya Gel û Dermandarîya Gel” tê sekinandin, nexweşî, parastin, nişanên nexweşiyan û ji nexweşiyên cûrbecûr xilsabûn te vegotin.

Beşa sêyêm de li ser “Mijarên Cûda” tê sekinandin.

Nivîskar Dr. Abdil Wehab Hajî Mahmoud yê Basiqlî ji bo pirtûke dibeje sê armancemin hene û di peşgotine de wan armancan rez dike:

-Avakirina bingihekê ji gotinên pijîşkî di zimanê kurdî de, ku karibe bibe lê vegerînek ji nifşê pijîşkên nûhatîre.
-Sûdeyên hemî babetên ku min nivîsîne ji bo parastin û dermankirina nexweşîyên pir belav di nav gelde.
-Zimanê kurdî wek zimanekî kevnar dikare bibe bersiv ji hemi pêşveçunên zanistî re.

Di dawîya peş gotinede Dr. Hajî dibeje “Hêvîya min ewe ku ez gihabim armancên xwe.”

Em hevî dikin ku Dr. Hajî bigihe armancên xwe.

Ji Dezgeha Weşangerîyê ya Zanîngeh Akademî jî li ser pirtûke ev hate gotin:

Em hevî dikin ku ev xebat bibe bizrik û şînbibe û deste ku gihaye jî şînber bike, wek ava bihare ku Kurdistane dixemilene. Xebat ji me serkeftin ji Xwedê ye.

DABARBIKIN

About Rêvebir

Check Also

Sosyalist Bir Şair: Qedrî Can

Hawar ve Ronahî dergi ekolünün en önemli isimlerinden biri olan Qedrî Can, 1911 yılında Mardin’in …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *