
Ciwanekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanêmezintirîn xelata cîhanê ya bîrkariyê wergirt, xelata Fields wek xelata Nobela bîrkariyê tê zanîn û her 4 salan carekê di warê bîrkariyê de tê dayîn.
Xelata Fieldsê li bajarê Rio De Janeiroya Berazîlyayê di konferansa navdewletî ya bîrkariyê de pêşkêşî 4 zanayên bîrkariyê hat kirin, yek ji wan Koçer Bîrkar bû ku kurdekî ji bajarê Merîwana Rojhelatê Kurdistanê ye û li Brîtanya dijî.
Professor Koçer Bîrkar di dema wegirtina xelatê de got “hêvî dikim ku min dilê 40 milyon Kurdan xweş kiribe”.
Ji bilî Professor Koçer Bîrkar, Alessio Figalli, Peter Scholze, Akshay Venkatesh jî xelata Fields di warê bîrkariyê de wergirtin.
Di konferansê de bi tevahî 5 xelat li 8 kesan hatin diyar kirin.
Xelatên hatine belavkirin û girtiyarên wan ev in:
- Xelata Gauss: David Donoho
- Xelata Chern: Masaki Kashiwara
- Xelata Fields: Koçer Bîrkar, Alessio Figalli, Peter Scholze, Akshay Venkatesh
- Xelata Nevanlinna: Constantinos Daskalakis
- Xelata Leelavati: Ali Nesin
Gotara berê: Nêrîna Zanista Anarşîst
Gotara piştî: Hosteyê hostan: Qere Hecî (Ali Güçlü)
Gotarên Têkildar
Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket
Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!
“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket
Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

