Real Madrîd ji Kupaya Qral a Îspanyayê derçû

Tîma Real Madrîdê di pêşpirka rovanşa fînala çaryekê ya Kupaya Qral a Îspanyayê de li hember tîma Leganesê 2-1 têk çû û ji turnuvayê derket.

Di deqîqeya 32yemîn a pêşbirkê de futbolîstê tîma Leganesê Javîer Eraso golek avêt, nîva ewil 1-0 qediya.

Di nîva duyemîn a pêşbirkê de Karîm Benzemayê futbolîstê tîma Real madrîdê di deqîqeya 47emîn de golek avêt û encam bû 1-1.

Gabrîel Appeltê futbolîstê tîma Leganesê di deqîqeya 55emîn de golek avêt û 2-1 pêşbirk qediya.

Bi encamê Real Madrîdê xatir ji fînala çaryekê ya Kupaya Qral a Îspanyayê xwest. Tîma Leganesê derkete nîvfînalê.

Di heyama din de jî tîma Celta Vîgoyê Real Madrîd têk biribû.

Ji ber van encamên neserkeftî Rahênerê Real Madrîdê Zînedîne Zîdane tê Rexnekirin.

Zîdane piştî pêşbirkê axivî û got berpirsyar ez im, ev ji bo min têkçûneke bi eşkere ye.

 

AA

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ma mecbûre ku em rojê 10,000 gavan bavêjin?

Pir caran feydeyên avêtina 10,000 gavan di rojê de ji bo şewitandina kaloriyan, windakirina kîloyanê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *