Hamlet bi Bi Zaravayê Zazakî li Stenbolê ye

Şaredariya Çewlîgê dê şanoya “Hamlet” a ku ji aliyê Şanoya Şehr-î Çewlîgê ve bi Zazakî hatiye amadekirin li bajarê Stenbolê nîşan bide.

Şanoya Şehr-î Çewlîgê şanoyên bi Zazakî amade dike û par jî şanoyên bi navê “Hawalî Alan”, “Wesyeta Musayit” û “Mahmud” amade kiribûn.

Îsal li Navenda Çandê ya Baglarbaşiyê ya Uskudara Stenbolê di 27ê Çile de şanoya bi navê “Hamlet” a William Shakespeare ku di navbera salên 1599 û 1601an de nivîsiye dê bi Zazakî bê pêşkêş kirin.

Veguherandin û derhêneriya lîstika “Hamlet” a bi Zazakî ji aliyê Yunus Çiftçî ve tê kirin.

Rûdaw

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Mesela Namûsê

Êlên Kurdan, eger xwîndarî nebin, zêde ji kuştinê hez nakin û ne meyldarê xwînrijandinê ne. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *