Zêrka Zêran

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Keçikek bi navê Zêrka Zêran hebû. Rojek ji rojan Zêrka Zêran û hevalên xwe diçin qirşika. Zêrka Zêran qirşikê xwe didê hev. Duvre ji hevalê xwe re dibêje:

– Min qirşikê xwe dane hev. Heta hûn qirşikê xwe bidin hev ezê razim. Dema ku we karê xwe xilaskir min şiyarbikin. Êdî emê bi hev re herin malên xwe.

Zêrka Zêran li bin siya darekê xwe direj dike û di xew de diçe. Piştî ku hevalên Zêrka Zêran qirşikê xwe didin hev diçin malên xwe. Li bin siya daran Zêrka Zêran jibîr dikin.

Duv demekê direj re Zêrka Zêran şiyardibe. Li dora xwe dimeyzêne, le tu kesî nabîne. Ne mirov û ne tu sewal xuya dikirin. Zêrka Zêran bi tena serê xwe dimêne. Rêya male jî nizanê. Ji neçarî di reyêkê de dimeşe. Hirçek derket hemberê Zêrka Zêran. Hirç ji bo ku Zêrka Zêran bixapîne got:

– Ez dayika te me.

Zêrka Zêran:

– Pelava dayika min keske, desmala wê spî ye û bi şalwar digere.

Hirç ji gotina xwe navegerê. Zêrka Zêran ji hirç re got:

– Min rêya xwe şaşkiriye. Bi xêra xwe min bigihijêne mala bavê min. Duvre tu çi bixwazê ezê bidim te.

Hirç di dile xwe de:

– Ez li ezmana li te digeriyam tu li erdê hatiye ber destên min. Ezê çawa te berdim.

Hirç bi zorê Zêrka Zêran dibe şikefta xwe. Zêrka Zêran dibêje:

– Ez Zêrka Zêran bûm,

Keça bavê xwe bûm,

Xwişka heft birayan bûm,

Îro girtiyê hirçêkî harim.

Zerka Zêran ji neçarî li ba hirç dimine.

Piştî gelek sala dudo zarokên Zêrka Zêran çêdibin. Rojekê Zêrka Zêran ji xwe re li zozana digere. Dibîne ku şivanek li zozana pezê xwe diçêre. Ji dengê şivan têdigiheje ku ev şivanê mala bavê wê ye. Ji şivan dipirse:

– Ma tu ne şivanê bavê Zêrka Zêranî?

Şivan bersiva Zêrka Zêran dide:

– Belê, ez şivanê bavê te me.

Zêrka Zêran dibêje:

Ez Zêrka Zêra me,

Xweha heft bira me,

Girtîka hirça me.

Lê belê di dile Zêrka Zêran de şek çêdibe. Ji şivan bawer nake. Ditirse ku şivan jî mîna hirç wê bixapîne. Ji bo ku ji şivan bawer bike ji şivan dixwaz ku ji heft gunda heft qinaba/kindira bîne. Şivan bi lez tê gund. Buyerê ji bavê Zêrka Zêran re dibêje. Bavê Zêrka Zêran ji heft kurê xwe re dibêje:

– Her yek ji we herin gunde xwe kindirekî bînîn.

Birayê Zêrka Zêran diçin ji gundê xwe heft kindira tînin. Kindira didin şivan. Şivan diçê cihê ku Zêrka Zêran lê dîtibû. Heft kindira şanî Zêrka Zêran dike. Zêrka Zêran ji şivan bawer dike û bi şivan re diçe. Her dû zarokê xwe li wir dihêlê. Piştî demekê hirç tê şikefta xwe. Her dû zarokên xwe dibîne. Lê Zêrka Zêran nexuyaye. Ji zarokên xwe Zêrka Zêran dipirsê. Zarok dibejin:

– Dayîka me çû mala kalkê me. Yê ji me re hêka bîne.

Hirç dîn û har dibe.

Dema ku Zêrka Zêran tê malê gelekî kefa dê û bav û birayên we tê. Zêrka Zêran bê çi hatibû serê we yek bi yek ji malbata xwe re dibêje. Bavê Zêrka Zêran dibêje:

– Keça min em gelekî li te geriyan. Me tu çol û zozan û çiya nehiştin. Lê me ti şop ji te nedît. Şikir ji Xwedê re îro tu hatî mala xwe.

Bav û birayên Zêrka Zêran ji bo ku heyfa xwe ji hirç bistenin lihev civiyan. Heft birayan biryar dan ku bi heft derba wî hirçî bikujin. Roja dî heft birayên Zêrka Zêran xwe ji bo kuştina hirç amadekirin. Tîr û kevan û rime xwe sazkirin û ketin ser reya şikefta hirç. Dema hatin ber şikefte ditin ku wa ye hirç li ber şikefteye. Birayê mezin bangî hirç kir:

– Hirço hirço, îro roja heyf standineye. Em heft birayê Zêrka Zêran in. Em hatina heyfa xweha xwe bistenin. Were xwe berde meydana şer. Em bibînin ki mêr e, kî tirsoneke.

Hirç bi awayeki ji xwe bawer tê meydane. Du birayên Zêrka Zêran du tîran li çavên hirç, du tîran li destên hirç, du tîran li piyen hirç û rimekî jî li dile hirç dixin û hirç dikujin.

Piştî ku heyfa Zêrka Zêran hate standin bavê Zêrka Zêran, Zêrka Zêran bi şivanê xwe re dizevicîne. Bi wî awayî Zêrka Zêran û şivan gihaştin miradê xwe.

Kesên ku bêbext bê yê bêbextiye bibîne.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • [10+] Ji bo zarokên 10 salî û berjortir de.
  • Herem: Nisêbin
  • Sal: 2005
  • Berhevkar: Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist

About Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye. Filmografî Dokumenter 1- Dom – Şêwirmend 2- Bûkên Sûri – Senaryo 3- Fotograf – Senaryo, Derhenêr Kurtefilm 1- Hêvî – Senaryo, Derhenêr 2- Yanlış Bilgi – Senaryo, Derhenêr 3- Mîras – Senaryo, Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Saziyên Sivîl yen Civakî 1- Mezopotamya Sanat Derneği – Pêşewa (Serok) 2- NuspekDer – Endamê Reveberiye 3- Piling Spor Kulubü – Endamê Reveberiye 4- Mezopotamya Barış Akademisi – Pêşewa (Serok) 5- Mezopotamya Kültürel Miras Araştırmaları – Pêşewa (Serok) Heta niha 55 pirtûk weşandine. (31ê Kanuna 2024) BERHEMÊN KURDÎ 1- Destana Evînê, 2010, 2- Ramanên Azad, 2010, 3- Tûrik, 2011, 4- Winda, 2012, 5- Lêkolînên Kurdî I, 2013, 6- Lêkolînên Kurdî II, 2013, 7- Tûrikê Çîrokan, 2015, 8- Çanda Xwarinê, 2016, 9- Lêkolînên Kurdî III, 2017, 10- Helbestên Binbêjingê, 2017, 11- Bexçê Çîrokan, 2017, 12- Çîrokên Şevên Direj, 2017, 13- Demsala Pirpirînkên Azadiyê, 2017, 14- Sînemaya Cîhanê, 2017, 15- Sînemaya Kurdî, 2017, 16- Kaos 2.0, 2018, 17- Destpêk û Dîroka Sînemayê, 2018, 18- Kurdîpedîa, 2019, 19- Lêkolînên Folklorê I, 2019, 20- Lêkolînên Folklorê II, 2019, 21- Lêkolînên Folklorê III, 2020, 22- Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim, 2020, 23- Dengvedana Derengmayî, 2021, 24- Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî, 2022, 25- Reşbelek, 2023, 26- Felsefe Şoreşa Hiş û Rêya Rastiye, 2024 Berhemên Ku Wergerandine Kurdî 1- Rîsala Aborîye, 2010, 2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011. PIRTÛKÊN TIRKÎ 1- Nûpelda, 2001, II. Baskı 2012, 2- Taşa Yazı Yazmak, 2010, 3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011, 4- Yolcu, 2011, 5- ġagird, 2012, 6- Başkaldırı Şiirleri, 2012, 7- Dijle‟nin Çocukları, 2012, 8- 35 Bomba Roboskî, 2012, 9- Dom Kayıp Kavim, 2017, 10- Üçüncü Cephe, 2017, 11- Kürt Sendromu, 2017, 12- Komist, 2017, 13- Şemamok Kokusu, 2017, 14- Corduene Tabletleri, 2018, 15- Papyrus, 2018, 16- Karantina Günlerinde, 2020, 17- Yeni Bir Bakış Açısı İnşa Etmek, 2020, 18- Vahşi Toplumlar, 2021, 19- Sosyolojik Analizler, Ekim 2021, 20- Sosyolojik Analizler II, Kasım 2021, 21- Sosyolojik Analizler III, Aralık 2021, 22- Peripatetik Retorika, Ocak 2022, 23- Tabula Rasa, Şubat 2022, 24- Aile Olabilmek, Mart 2022, 25- Eğitim Üzerine Araştırmalar, Ocak 2023, 26- Apologia, Mayıs 2023, 27- Mimesis, Haziran 2023.

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *