Çilbir

Çilbir xwarineke ji pêjgeha kurd e.

Çilbir û çilîbir ne yek in

Du cureyên wê hene. Çilbira navdar, a bi hêk û mastê tê çêkirin e. Çilbira bi goşt û şikevayê tê çêkirin, ne çilbir lê çilîbiran çilekîbir e. Mixabin bi şaşî tên tevlîhevkirin.

Gotin li ser çilbirê

  • Çilbir xwar, hewcedarê çil û yekê nema.
  • Çilbir xwar negot çil û yek.

Berkelî

Çêkirin

Badiyeke mezin bigirin û heya nîvî avê têxinê. Xwê bavêjin nava vê avê û bidin ser argûnê, bikelînin.

Gorî daxwazê hêkên xwe biçelpînîn û devanga quşxaneya xwe bigirin. Sîrê bikutin û tevlî mast bikin, tevdin. Sîr-masta xwe li binikên xwarinê (debax) parve bikin. Hêkên pijiyayî darivînîn wan jî li binikan belav bikin.

Rûnê xwe biqijilînin, îsotê berdinê û vê çênca xwe li binikan parve bikin, bînin ser destexaneyê.

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Jinên ducanî ji bêhna hertiştî çima me’dê xwe hevdikeve?

Sedema sereke ya gêjîbûn û vereşîna jinên ducanî ji bêhnan ev e: guhertinên hormonan û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *