Cilûbergên Netewî

Li cihanê her gel, bi çand, tore û kevneşopiyên xwe tên naskirin. Nasnameya gelekî; bi çend, kevneşopî û kelepora wî xwe dide der. Bi taybetî jî, di warê çanda xwekirinê de, her gelek xwedî cil û bergên bişêwazên cihê ye. Wekî hemû gelena gele kurd jî, bi çand, töre û kevneşopiyên xwe yên cihêreng bale dikşîne û wekî xezîneyeke dewlemend a dîroka civakê ye. Lê wekî hemû qadên jiyanê nebûna welatekî yekpare, di warê cil û bergan de jî din ava kurdan de cihêtiyek derxistiye holê.

Ji ber vê yeke jî her parçeyek Kurdistanê, her herêm û her hawirdorek, di warê modele de xwedî hin xweseriyên taybet e.

Ligel parçeyên Kurdistanê jinên kurd ên li derveyî welêt, bi taybetî jî yên ku li Qafqasan dijîn jî, bi cil û bergên xwe yên xweser û cihêreng bale dikşînin ser xwe.

Heya roja îro jî, kelepora lixwekirinê hîn tê parastin, bi taybetî jî din ava jinên temenmezin de. Di nav Kurdan de ji cilên jinan re kitan û xiftan hatiye gotin. Ji cilên mêr re jî, şal û şapik hatiye gotin.

Ev nivîs Ji Salnameya Nûbiharê hatiye girtin

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ji bo Pantolonê Kot Kevin Nebin Divê Em Çawa Bişon?

Germahiya şuştinê: Herî baş ava sar an 30°C ye (20-30°C). 40°C car caran tê qebûlkirin …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *