Ronaldo ji bo zarokên Sûriyê: Ez bi we re me

Lîstikvanê fotbulê yê navdar, stêrka Real Madrîdê Cristiano Ronaldo, ku xwediyê 4 top û 5 pêlavên zêrîn e, û di lîga yekemîn ya Spanya de dilîze, vîdyoyek belav kir û têde peyameke piştgiriyê ji bo zarokên Sûriyê şand.

Cristiano Ronaldo ji bo piştgiriya zarokên di encama şerê navxweyî yê Sûriyê de tûşî ziyanê hatine li ser hesabê xwe yê şexsî, li ser Instgram, Twitter û Facebookê binavê “Zarokan Biparêzin” vîdeoyek belav kir.

Ronaldo ragihand ku ew dê ji bo malbatên Sûriyê, xwarin, kinc û alîkariyê tendurustî û lojîstîkî pêşkêş bike.

Lîtikvanê Real Madrîdê  wiha dibêje: “Merheba, ev peyama min ji bo zarokên Sûriyê ye. 

Ez dizanim ku hûn êşeke mezin dikişînin. Ez lîstikvanekî fotbulê me, navdar im, lê qehremanên rastîn hûn in. Hêviya xwe wenda nekin. Hemû dinya bi we re ye. Em ji we hez dikin. Ez bi we re me, li kêleka we me.”

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ma mecbûre ku em rojê 10,000 gavan bavêjin?

Pir caran feydeyên avêtina 10,000 gavan di rojê de ji bo şewitandina kaloriyan, windakirina kîloyanê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *