Kuncî

SESAME ORIENTALE

Kuncî riwekek dexlane, ji malbata kuncîyan e. Bejna wê bi tîrane 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Belgên wê 5-10 cm dirêj 3-5 cm fireh, şiklê wan rimane yan jî hêkane ne û rexên wan rast an jî xetxet in. Kulîlkên wê yên wek kovikan di binê dûxika (boçik-zîlik) wê de bi hevre ne. Rengê kulîlkan spî yan jî peyazî ne, yên binev?î jî hene. Rengê fêkîyan esmer, sor, zer, an jî reş in û fêkîya wê wek qapsûlan e. Di nava wê qapsûlê de 70 -90 heb bizir hene. Ji wan biziran re “kuncî “ tê gotin.

Rengê wan spî, esmer, zer in û ji % 50 yê wan rûn e. Ew rûn ji bo masajê û ji bo derman û xwarinan tê bikaranîn. Gelek cûreyên kuncîyan yên çandinî û bejî (kûvî) hene. Lê sê cûreyên wan yên bi navûdeng ku çandinîya wan tê kirin û zêde tên xebitandin ev in 1- Kuncîyên Afrîqanî. 2- Kuncîyên Hindistanî. 3- Kuncîyên Rojhilatî. Navê wê bi Almanî “sesam“ û bi Tirkî jî “susam” e.

Welat û dîrok

Li ser welatê kuncîyê dîtinên cuda hene. Hinek dibêjin Rojhilatê Afrîqa ye, hinek dibêjin Hindistan e û hinek jî dibêjin Mezopotamya ye. Dîroka wê jî baş nayê zanîn; lê tiştê pispor li ser hemfikir in, riweka heri qedîm ya ku rûn jê tê derxistin ew e, wek derman tê hesibandin û 4000 sal in ku wek baharat bazirganiya wê tê kirin. Di bermayên (?ûnwar) ekolojîk ên gelîyên Harpa û Îndus de, kunciyên qelandî yên 2500 sal berî zayînê hatine dîtin. Medenîyetên Mezopotamya, yên wek Sûmer, Babîl, Asûr, Med, Kardûx û hwd. çandiniya wê dikirin. Her weha Misriyan, Romayiyan jî, ew bi kar dianîn. Kuncî di nav gelek medenîyetên kevin de wek giyayek sêhrê û pîroz tê hesibandin. Hîndûyî li serê duayan dikin, Misrî û Hindistaniyan wê ji bo sêhr xerabîkirinê bi kar dianîn . Romayîyan kuncî û hingiv tevlihev dikirin û didan ?ervanên xwe, da ku pê qewet bigirin. Mezopotamiyan ji bo jinên hamîle bi qewet bibin û kuran bînin, tehîn û helawa kunciyan didan wan. Welatên herî zêde lê tên çandin Hindistan, Çîn û Sûdan e. Li bakurê Kurdistanê, bajarê ku herî zêde lê tê çandin Ruha, Entab û hwd. Lê helawa herî navdar ya Sêrtê û Entabê ye.

Berhevkirin

Dema kuncî digehin, vek genim tên çinîn û bi gurzan heyamekê tên hi?tin da ku ba? bigehin û qapsûlên wan hi?k bibin. Pa?ê tên dawe?andin. Kuncî dûv re tên hi?kkirin û li gor hewcedarîyê tên qelandin. Yên din jî di?înin a?an û fabrîqeyan, da ku rûn û tehîn jê bên çêkirin.

Têdahî:

Heft cûreyên êşbiran tê hene. Rûnên sabit, Asîda oleîk, Înoletîk, Palamîtîk,Giliserîtên asîtên mikrîntîk, Asîtên folîk, Proteîn, Kalsîyûm, Magnêzyûm, Magnez, Paxir, Fosfor, Omega 9, vîtamîn A, B1, B3, E, H û hwd.

Bikêrhatinên kuncî

  1. Pêşîya qebizbûnê û edavan digire.
  2. Heke bê vexwarin, ji bo rûvîkan gelek baş e.
  3. Hinekî qelewiyê dike.
  4. Ji bo rêlibergirtina edavan dibe alîkar.
  5. Ji bo xistina kevirên sefrê tê bikaranîn.
  6. Hêza zayendî (cinsî) zêde dike.
  7. Li hember bêdesthilatdarî, bêhntengî û bronşîtê bikêrhatî ye.
  8. Taybetiya wê ya antîoksîdan heye.
  9. Aşikê rahet dike .
  10. Kolesterol û şekirê xwînê dadixe.
  11. Pêşiya penceşêran, xasma ya pişikê digire.
  12. Ji bo nexweşiyên kezebê tê bikaranîn.
  13. Çerm û por nerm û xweşik dike, êşên bedenê dikêşe û hwd.

Di derbarê kunciyan de Prof Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje :” Di tibê de nebatek şîfayî ya pileya duwem tê hesibandin, lewre zêde lêkolîn li ser nehatine kirin. Lê Japon, ji her 2-3 mehan carekê ji bo paqijkirina bedenê li bedena xwe dixin û piştî 30 deqîqan xwe di?on”.

Prof Dr. Ahmet Marankî, Zûlfîye Erdem û Mufîye Akin dibêjin : “ Nirxa wê ya xwedîkirinê bilind e. Ji bo xistina kevirên sefrayê bi fayde ye. Ji bo nexweşiyên kezebê tê bikaranîn; zikê? û qebizê ji holê radike, a?ikê hêsan dike. Di lêkolînên li ser heywanan hatine kirin de tesbît bûye ku ?ekirê xwînê daxistiye. Heft cûreyên ê?birên hevgirtî dihewîne. Bedenê nerm û xwe?ik dike. Ji bo nexwe?iya ?ekir û sotiniyan bi fayde ye”.

Li gor lêkolîn û cerbandinên Zanîngeha Purdeu li ABD, vîtamîn “E“ya di kuncî, behîv û genimok de, pence?êra prostat û pi?ikê rawestandiye (sekinandiye) û xisarê nade hucreyên saxlem. Dr. Qîng Jiang dibêje: “ Di tabletên vîtamin ‘E’ de, madeya forma Gamma – Tocopherol” nîne. Ew made bi tenê bi rêyên xwezayî tên standin. Ev made li dijî pence?êrê ye (antî kanserojen) û pê?iya edavan jî digire”.

Bikaranîn :

1- Rûnê masajê. 2- Xwarin.

  1. Masaja rûnê kuncîyan: Hûn dikarin sererast rûnê kuncîyan li tevahiya bedena xwe xin, 30 deqîqan bisekinin û paşê xwe bişon. Heke hûn karê giran dikin û diwestin (dibetilin –mandû dibin) hinek rûnê kuncîyan bi tiliya xwe li nav herdu birû, pişta guh û binê piyê xwe bixin. Wê betilîna we derbas be û hunê xewek xweş bikin. Heke hûn pêre guhdariya mûzîkek sivik jî bikin, wê hê jî xwe?tir be.
  2. Rûnê kuncîyan, ji bo xweparastina li hember tahrê (sotina tavê) gelek bikêrhatî ye . Heke hûn hinek rûnê kakao jî tev bikin û xwe bidin ber tavê yan jî ava gêzeran vexwin, wê bedena we zûtir pê qemer (bronz) bibe .
  3. Ji bo kesên pîr û yên di movikên wan de ki?il (kils) heye û ê?ên giran dikê?înin: Heke hinek rûnê bîberiye, ji bo varîs, bawîbûn û tevgêra xwînê hinek rûnê tirincok (melîsa) tev bikin wê fayda wê zêdetir be.
  4. Rûnê kunciyan jî wek yê zeytê tev li hemi xwarinan û seletan dibe.
  5. Hûn dikarin kuncîyan li ser hemi xwarinên ku ji hevîr çêdibin bireşînin( pê werkin )
lotikxane.com

Etîket: Jiyan, kuncî, Xwarin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Divê bav 10 tiştan fêrî zarokên xwe bikin

Feydeyên lêxistina amûrekê muzîkê

Gelo pêçandina pitikê baş e an ne baş e?

Yên li mala wan ixtiyarên 65 salî û mezintir hebin bila vê nivîsê bixwînin

Meşa sibê an jî ya êvarê çêtir e?

Şîroveyeke binivîse