Gelo Tirkî Peyv Ji Kurdî Wergirtine?

Gelek caran ereban û bi taybetî jî tirkan hem zilm û neheqî û hem jî qerf û tinaziyên xwe bi zimanê kurdî kiriye. Heta vê dawiyê, gelek ji zimannasên (yan zimannenasên) tirk û bi taybetî jî siyasetvanên wan heta itiraf jî bi hebûna zimanê kurdî nekiriye.

Ji aliyê tirkan ve heta hin hewlên nîv-zanistî jî hatine dan daku biselmînin ku zimanê kurdî ji aliyê etîmolojî ve di rastiyê de ne ti ziman e.

Bo nimûne, Tuncer Gülensoy bi ferhengoka xwe ya bi navê ”Kürtçenin etimolojik sözlüğü” (”Ferhenga etîmolojîk ya kurdî”, Enqere 1994) tê dikoşe isbat bike ku hemû peyvên kurdî di rastiyê de ji tirkî, erebî yan jî ji farisî ne. Ev ne cara yekem e ku wî wisa hewl daye. Wî ferhengokeke berî vê jî amade kiribû. Di vê çapa yekem de, wî heta navê ”kurdî” jî li ferhengokê nekiriye lê navê wê kiriye ”Doğu Anadolu Osmanlıcası” (”Osmaniya Rojhilata Anadolê”, Enqere 1986).

Têbînî: Ji bo dîtina hemî nivîsê ji kerema xwe li vê lînkê bitikîne: Geli tirkî peyv ji kurdî wergirtine (PDF 102kB)

About Husein Muhammed

Check Also

Pirtûka Ibn Xelîkan a 800 Sal Berê ”Siltan Selaheddînê Eyûbî”

Îbn Xelîkan pirtûka li ser Siltan Selahaddînê Eyûbî 800 sal berê nivîsiye. Ev bu 800 …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *