Şerên înternetê yên navneteweyî dest pê dike

Wê şerê navneteweyî êdî ser înternetê bê kirin. Pisporên înternet û teknolojiyê diyar dikin ku êdî înternet qada nû ya şerê ya navneteweyî ye.

Tê diyar kirin ku di salên dawî înternetê ketiye her warê jiyanê, karên ragihandin û karên fermî û medya piranî ser înternetê tê meşandin. Her wiha hêza înternetê ser jiyana sosyal û polîtîk jî pir zêde bûye.

Li gel vê yekê êrîşên sîber jî zêdetir dibin û ewelehiya webê jî bûye mijareke pir girîng û êdî welatên pêşketî, NATO û DYE û Yekîtiya Ewrûpayê konsteptên nû yên êrîşên sîber amade dikin..

Bi êrîşên sîber belgeyên veşartî tên dizîn, sîstemên banka, nexweşxane, ragihan û hwd. dikare bên xitimadin û hê tîskên mezintir jî hene.

Êrîşên ser sîstema parastinê ya ser Emerîkayê û êrîşên ser şîrketa Sonyê jî nîşaneyên herî dawî ya vê konaxa nû ne. 

HAWARNET

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Yamalı Peyzaj (Peyzaja Pînekirî)

Xwendineke Derûnkolînerî — Nêrînek Psîkanalîtîk, Civaknasî û der-kolonyal Destpêk Edebiyat ne tenê hilberîna hûnerî ye …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *