Zûbêr Salih: Mûzîka xwe bi helbestên klasîk ên Kurdî av dide

Dema ku di muzîka Kurdî de bo helbestên klasîkên Kurdî cih tê dayîn stranên nemir derdikevin holê ku yek ji mînakên serkeftî strana Zûbêr Salih a bi navê “Sebah’ul Xêr” e ku gotinên stranê ji pênûsa Melayê Cizîrî derketî ye. Zûber Salih ê ku ji Rojava ye amaje dike ku helbestên klasik ên Kurdî ji bo wî wek çavkaniyên bêhempa ne ku mûzîka Kurdî av didin û dide zanîn ku di xebatên wî yên dorê de dê helbestên Ehmedê Xanî jî cih bigirin.

Ji Rojavayê Kurdistanê gelek hunermendên serkeftî derketine ku di warê neteweyî û evînî de kedek girîng dane muzîka Kurdî. Yek ji van hunermendan jî Zûbêr Salih e ku di sala 1965ê de li Dirbêsiyê hatiye dine. Zûbêr Salih dide zanîn ku ew ji malbateke muzîkhez e û bav û birayên wî jî bi muzîkê re eleqeder bûne û ji ber vê yekê jî hîn di temenê 7ê de dest bi muzîkê kirî ye. Zûbêr Salih amaje dike ku albuma wî ya yekem di sala 1979ê de derketî ye û tîne zimên dema ku Nemir Mele Mistefa Barzanî koça dawî kirî ye bandoreke mezin li ser wî hiştî ye û boneya vê yeke jî hestên wî yên xemgînî xwe bi stranan dane der.

Hunermend Zûbêr Salih ji K24ê re got: “Albuma min a yekemîn ji helbesta nemir seydayê Tîrêj bû, li ser koçkirina nemir Mele Mistefa Barzanî bû. Wê deme albuma min a yekem bû û belav bû. Millet jî gelek lê guhdarî kir. Dema ku Mele Mistefa Barzanî koça dawî kir min wê deme dest pê kir û min ev helbest awaz da û min got. Rengeke xemgînî bû, ji ber ku stran li ser koçkirina Mele Mistefa Barzanî bû. Ji awazeke hîcaz bû xemgînî têde hebû û klasik bû.”

Hunermend Zûbêr Salih heta niha ji 25î zêdetir album derxistine û ji 350yî zêdetir jî stran afirandine. Hunermendê Rojavayî di berhemên xwe de gelek caran cih daye helbestên klasik ên Kurdî. Dema ku şîroveya Rojavayî û gotinên helbestên efsûnî yên Botanê jî di muzîka Zûbêr Salih de digihîjin hev jî berhemeke nemir û bêhempa derdikeve holê. Ew berhem jî strana bi navê Sebahul Xêr e ku ji pênûsa Melayê Cizîrî herikî ye. Zûbêr Salih dibêje Melayê Cizîrî ji destpêka hunera wî ve bûye parçeyek ji jiyana wî.

Hunermend Zûbêr Salih dibêje: “Strana Sebahul Xêr Xana min di sala 1988 de dû heval hatin cem min. Wê deme yek ji wan jê re digotin Hisên Dêrikî û Evdirehman Dêrikî 2 pirtukên Melayê Cizîrî bi xwe anîn û hatin.  Li wê derê min ev fikir stend. Bi rastî jî wexta min helbesta Sebahul Xêr Xana min cara yekem min xwend dengek jê hat. Helbest hene ku dema tên xwendin tê zanîn gelo dê bandorê li gel bike an na. Gotina Sebahul Xêr Xana min balkêş bû. Min wê deme helbest bi awaz da. Bi vî şêweyî bi zanabûn min awaz da ji berk u qesîdeyên wê deme ji aliyê derwêşan ve bi erbaneyê wisa dihatin xwendin.”

Muzîkjenê Kurd di sala 2000î de ji ber guvaşên rejimê neçar ma ye ku ji Rojava derbikeve û berê xwe daye Ewropa û li Elmanya bi cih bû ye. Zûbêr Salih mizgîniyekê jî dide guhdarên xwe û dide zanîn ku 8 helbestên Melayê Cizîrî wek stran amade kirî ye û amadekariyan dike ku di demên pêş de wek albüm biweşîne. Piştî vê xebatê jî xebata di dorê de ya Zûbêr Salih dê ji helbestên Ehmedê Xanî pêk bê.

K24

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply