Firat Başkale: Hunermend in, Kurd in, lê pişaftina çanda Kurdî dikin

Hunermendên Kurd li Serhedê filmekî Kurdî dikşînin. Fîlmê ku senaryoya wî hunermendê Kurd Firat Başkale nivîsiye de çanda Kurdan bi zimanekî trajî-komîk tê tomarkirin. Tîma ku fîlmê dikşîne, radigihînin ku bi Kurdî sînema, gelek zehmetî û astengiyan dipê. Loma jî kişandina fîlmên Kurdî gelek fedakariyan dixwaze.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên çand û hunera Kurdî, bi taybet di 3 salên dawî de gelek kêm bûne. Lê Hunermendên Kurd, bi derfetên kêm û zehmetiyan be jî hewldanên xwe didomînin. Di van rojan de jî Filmê bi navê ‘ka aqil’ ku senaryoya Filmê Firat Başkale nivîsiye û derhêrê Îranî Alî Rêzvanî derhênerî dike tê kişandin.

Senarîst û leystikvanê filmê “Ka Aqil” Hunermend Firat Başkale, balê kişand ku çanda Kurdî li Turkiyeyê wek qadekî tê bikaranîn û di serde jî tê biçûkkirin û çewsandin. Başkale diyar kir ku divê Kurd, li çanda xwe ya qadîm û bêsînor xwedî derkebikevin û ji bê aqiliya xwe têkbirinê vegerin.

Senarîst û leystikvanê Filmî Firat Başkale ji K24ê re got: “Min 2 sal berê dest bi nivîsandina senaryoya filmê ‘Ka Aqil’ kir. Em gelek bê aqil in tu dizanî? Gelek hunermend û derhênerên ku Kurd in, tên Wanê, diçin bajarên Kurdistanê bi Turkî karan dikin. Ev rûdan gelek min nerîhet dike. Weka ku ji sedî 70 hunermendên me yên Kurd bi Turkî sitranan dibêjin.”

Hunermendên Kurd radigihînin ku ew di berhemdayîna Kurdî de ji pirsgirêka aborî, peydakirina derfetan û kesên bi şiyan de astengiyên mezin dijîn, lê divê bi dilsozî jî hunerkarî bidom e.

Derhêner Alî Rêzvanî eslê xwe ji Îranê ye û heta niha teqrîben di 124 fîlman de kar kiriye jî tîne ziman ku gelek kêmasî û astengî hene, lê ew bi hevkarî û dilsozî encamên baş bidest dixin.

Derhêner û Sînemager Alî Rêzvanî dibêje: “Wek hemû tîmê, ez jî gelek astengiyan dikşînim, lê kelecan û hêsta hevkariyê ya tîma filmê, hemû astengî û zehmetiyan dike bin bandora xwe. Tiştê girîngtir jî ev e. Li vê erdnigariyê çandeke dewlemend heye, her kes tê jê sûda xwe dikre û diçe. Ji bo wê çandê sûd peyda kirin xema kesî nîn e, emê jî hewla ku çanda vir xizmeta xwe bike bidin.”

Asta ceribandin û perwerdekirina kirina leystikvanan ya filma ‘Ka Aqil’ xilas buye û di destpêka meha 12’an ya 2018’an de dest bi kişandina fîlmê bikin.

K24

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply