Zimannasî: Diyalektên (Zaravayên) Kurdî

1. KURDIYA KURMANCÎ
Kurdiya Kurmancî jî di nav xwe de dibe du beş. Beşa yekem Kurmanciya Jorê û ya duyem jî Kurmanciya Jêrê ye. Kurmanciya Jorê devokên wekî Bayezîdî, Hekkarî, Botanî, Aştî û Badînanî di nav xwe de dihewîne. Kurmanciya Jêrê jî di nav xwe de devokên wekî Kurdiya Soranî, Mukriyanî, Erdelanî (sineyî), Silêmanî û Germiyanî (Kerkûkî) dihewîne.

2. KURDIYA GORANÎ-KURDIYA ZAZAKÎ
Çawa ku diyar e ev diyalekt di nav xwe de dibe du beş. Beşa yekem Kurdiya Goranî ye. Devokên Kurdiya Goranî Hewramî, Zengeneyî, Kakeyî (Maço) û Bacelanî ye.
Kurdiya Zazakî jî ji aliyê devokan ve dibe sê beş. Zazakiya Bakur/Kirmanckî (Dêrsim, Qoçgirî, Warto), Zazakiya Navîn (Bîngol, Elezîz) û Zazakiya Başûr/Kirdkî (Sêwreg).

3. KURDIYA LORÎ
Kurdiya lorî ji aliyê devokan ve dibe şeş beş: Feylî, Kirmaşanî, Bextiyarî, Lekî, Kelhûrî û Mamesanî.

Çavkanî: Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Etîket: Kurdî, Kurmancî, lehçe, Lorî, Polylang KMR, sernivîs, Zarava, Zazakî, Ziman

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

DENGÊ DUBARE (GEMÎNASYON) DI KURDÎ DE

Degemînasyon di dengnasiya kurdî de

Asîmîlasyon û dîsîmîlasyon di dengnasiya kurdî de

Pirtûka “Cegerxwîn û Berhemên Wi” ya Yusuf Kaynak

Pirtûka “Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar” ya Mîkaîl Bilbil

Şîroveyeke binivîse